​​​​​​​ʹKomkujiya li Cindirêsê xelekek ji sûcên li dijî niştecihên Efrînê yeʹ

Siyasetmendaran diyar kirin ku komkujiya li Cindirêsê xeleke sûcên dagirkeran ên li dijî niştecihên Efrînê ye. Her wiha gotin, hêzên navneteweyî berpirsên van sûcan in.

​​​​​​​ʹKomkujiya li Cindirêsê xelekek ji sûcên li dijî niştecihên Efrînê yeʹ
25 adar, 2023   02:13
QAMIŞLO

Têkildarî komkujiya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di şeva Newrozê de li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî pêk anîbûn siyasetmendarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANHAʹyê re axivîn.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Ji bo vê komkujiyê, bikaranîna têgeha komkujî bi tena serê xwe ne rast e, ji ber ku ev komkujî xelekek ji sûcên din e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dikin."

Luqman Ehmê anî ziman ku heta dagirkerî neyê bidawîkirin wê sûcên qetilkirin, qirkirina çandî û guhertina demgorafî berdewam bikin.

Ehmê bang li sazî, rêxistinên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku erkên xwe bi cih bînin, dagirkeriya deweleta Tirk a li Sûriyeyê bi dawî bikin û koçberan vegerînin warên wan.

/kr/uploads/files/2023/03/24/200905_-.webp

Endamê Partiya Muhafizkarên Demokrat Ednan Îzo jî got, hêzên navneteweyî berpirsên berdewama sûcên hovane ne ku dewleta Tirk a  dagirker li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

/kr/uploads/files/2023/03/24/200922_-.webp

Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji komkujiya li Cindirêsê ew bû ku meşaleya azadiyê vemirînin û berxwedanê têk bibin.

Heyfa Mehmûd got, ji bo mîsogerkirina serkeftinê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê divê têkoşîn were geşkirin.

(bb)

ANHA