2 sal e ji Îmraliyê agahî nîn e

Îro 2 sal temam dibin ku tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Di nava 2 salan de 314 serlêdanên parêzeran, 131 yên malbatê û serlêdanên bi hezaran parêzerên ji çar aliyên cîhanê bê bersiv hatin hiştin.

2 sal e ji Îmraliyê agahî nîn e
24 adar, 2023   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Rêber Abdullah Ocalan ev sala 25’an e ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Di vê demê de her cure astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbat û parêzeran hatin derxistin, “cezayên disîplînê” hatin dayîn, êriş pêk hatin. Di 2 salên dawîn de jî tu agahî jê nayên wergirtin. 

Rêber Abdullah Ocalan herî dawiyê 25`ê Adara 2021`an bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtineke 3-4 deqîqeyan kir. Lê ew jî di nîvî de hat birîn. Ji wê rojê ve tu agahî ji Îmraliyê nayên wergirtin.

DI NAVA 2 SALAN DE LI ÎMRALIYÊ ÇI QEWIMÎ?

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di sala 2021`an de 202 caran, malbatê 71 û wasî jî 71 serlêdanên hevdîtinê kirin. Rojên cejnê yên fermî jî serlêdan hatin kirin, lê yek ji wan jî nehate bersivandin.

Piştî xwepêşandan û nerazîbûnan, rayedarên dewletê neçar man ku têkildarî mijarê daxuyaniyan bidin. Lê di van daxuyaniyan de sosretiyên din derketin. Li gorî yasayan pêwîste sedemên astengkirinê ji parêzeran bên gotin. Lê tu agahî nehatiye dayîn û biryarên qedexekirina hevdîtinan hatine dayîn.  

Derket holê ku Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê 18`ê Tebaxa 2021’an cezayê 3 mehan ê astengkirina serdana malbatê, 12`ê Cotmeha 2021’an jî biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehan daye.

Li dijî biryarên qedexekirinê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 19 doz li Dadgeha Destûra Bingehîn û 5 jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vekirin. 79 serlêdanên takekesî li Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk û 12 serlêdanên takekesî jî li DMME’yê kirin.

Piştî serlêdanan li gorî biryarên DMME’yê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên 30`ê Mijdarê û 2’yê Berfanbara 2021`an de careke din tespît kir ku binpêkirina biryarên qedexeya îşkenceyê didomin û ji Tirkiyeyê îzah xwest. Lê Tirkiyeyê gavek neavêt.

Şandeyeke CPT’yê di navbera 11-25`ê Çileya 2021`an de çû Tirkiyeyê û serdana gelek girtîgehan kir, lê neçû Îmraliyê.

HER SÊ MEHAN CAREKÊ ‘CEZAYÊ DISÎPLÎNÊ!’

Di sala 2022`yan de ji bo hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re 49 caran serlêdanên malbatê, 49 yên wasî û 98 jî yên parêzeran hat kirin, lê hemû jî bê bersiv man. Rojên cejnan jî nehiştin hevdîtin pêk werin.

Derket holê ku serlêdanên malbatê û wasî bi hinceta ‘cezayên disîplînê’ hatine astengkirin. Serokatiya Desteya Disîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê her 3 mehan carekê ‘cezayê disîplînê’! daye. Ev biryar jî 3`yê Sibatê, 31`ê Gulanê, 9`ê Îlona 2022`yan hatin dayîn.

Serlêdanên parêzeran jî bi hincetên cezayên qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan hatin redkirin. 13`ê Nîsanê û 21`ê Cotmehê (2022) 2 biryarên qedexeya 6 mehan hatine dayîn. Îtirazên li dijî van biryaran jî hatin redkirin.

Piştî serlêdana parêzeran, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, di rûniştina xwe ya 12`ê Çileya 2022`yan de îdia kir ku jiholêrakirina mafên girtiyan û bi derve re qutkirina pêwendiya wan li dijî hiqûqê nîn e û daxwaza tedbîrê red kir.

Di encama serlêdana parêzeran de Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê Hezîrana 2022’yan û Îlona heman salê de ji Tirkiyeyê xwest ku dawiyê li astengkirina pêwendiyên bi Îmraliyê re bîne. Komîteyê heta dawiya Adara 2023’yan dem daye Tirkiyeyê, lê heta niha ev biryar nehatiye pêkanîn. Ji bo pêkanîna biryara NY’ê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li saziyên eleqeder ên li Tirkiyeyê da.

Hikumeta Tirkiyeyê, her ku dema wan bi dawî bû, car din “cezayên dîspilînê” li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibire da ku Rêber Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” sûd wernegire. Tê destnîşankirin ku bikaranîna mafê hêviyê bi şetê ku tu cezayên dîspilînê li dijî girtî tune bin, pêk tê.
Hêjayî gotinê ku piştî ku hin derdorên hiqûqî mijara mafê hêviyê xist rojevê, hikumeta Tirkiyeyê dest bi birîna “cezayên dîspilînê” li djiî Rêbertî kir.

HEVKARÊN TECRÎDA GIRANKIRÎ

Têkildarî “mafê hêviyê” jî dewleta Tirk tu gav neavêtin. DMME'yê biryar dabû ku mafê hêviyê (çi dibe bila bibe heta mirinê mirov di girtîgehê de namînin) bê pêkanîn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di çarçoveya biryarê de heta Îlona 2022’yan ji bo diyarkirina "nexşeya rê" dem dabû Tirkiyeyê, lê ev biryar jî nehat pêkanîn. Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê (YE) 22-23'yê Îlona 2022'yan li Strasbourgê civiya, lê mijar nexist rojeva xwe.

CPT di navbera 20-29'ê Îlona 2022'yan de çû Tirkiyeyê û piştre ragihand ku serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye, lê tu agahiyên din nedan. Piştre parêzeran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê û vê rewşê fikarên wan zêdetir kirine.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 31`ê Kanûnê (2022) serî li CPT`yê da û daxwaz kir ku demildest rapora têkildarî serdana dawî bi raya giştî re parve bike. Lê encam derneket.

LI ÇAR ALIYÊN CÎHANÊ HEWLDAN

Di vê navberê ji Kurdistan û gelek welatên din bi hezaran parêzer û siyasetmedar ketin nava tevgerê. 691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tertûs, Heleb, Hums û Laziqiyê 19’ê Îlonê (2022) li ber Meclisa Dada Civakî ya Qamişloyê daxuyanî dan û xwestin biçin Îmraliyê.

Li Bakur û Tirkiyeyê jî 775 parêzerên girêdayî 29 baroyan, di navbera 10-17`ê Hezîranê (2022) de serî li Serdozgeriya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da û xwestin demildest hevdîtin pêk bên. Lê tu bersiv nehat dayîn.

756 parêzerên ji Fas, Filistîn, Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misir, Sûriye û Urdunê 19’ê Îlonê (2022), welatên Ewropayê jî di nav de, ji 22 welatên cuda 350 parêzerên din 14’ê Îlonê (2022), jî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da. Lê bersiv nehat dayîn.

Hevserokên HDP, DBP’ê û parlamenteran jî serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, Yekitiya Baroyan a Ewropayê, Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî da. Lê ev jî bê bersiv hatin hiştin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di nava 3 mehên 2023’yan de jî 14 caran, malbatê 11 caran serlêdan kirin, lê bê bersiv hatin hiştin.

Destpêka 2023’yan 32 hiqûqnas çûn Tirkiyeyê û xwestin biçin Îmraliyê, lê bê bersiv hatin hiştin.

Parêzeran her wiha îsal ji bo pêkanîna “mafê hêviyê” serî li Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê û komîteyên mafên girtiyan, mafên mirovan dane, dîsa Baroya Amedê rapora çavderiyên xwe ji Konseya Wezîran a YE’yê re pêşkêş kiriye, lê encam jê derneketiye.

ANHA