​​​​​​​Li Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû

Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.6 erdhej çêbû. Herî kêm 6 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Li Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
24 adar, 2023   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê vê sibehê bi pileya 5.6 erdhej çêbû.

Li gorî agahiyên berdest, di erdhejê de herî kêm 6 kes birîndar bûne û xisar gihaştiye hinek malan.

Ji ber erdhejê av û elektrîka gelek gundan qut bûn. Hate ragihandin ku li Selmasê jî maleke gundiyekê hilweşiyaye.

Erdhejê bandor li bajarên Tebrîz, Urmiye û derdora wê jî kir.