​​​​​​​Tifaqa Ked û Azadiyê stratejiya xwe ya hilbijartinan diyar kir

Tifaqa Ked û Azadiyê stratejiya xwe ya têkildarî hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê diyar kir. HDP dê li ser navê Partiya Çep a Kesk û TÎP û EMEP jî bi logoya xwe di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de bikevin hilbijartinan.

​​​​​​​Tifaqa Ked û Azadiyê stratejiya xwe ya hilbijartinan diyar kir
24 adar, 2023   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi rojeva hilbijartinên serokkomariyê û giştî bi mazûvaniya Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) di 16’ê Adarê de civiyabû û biryara xwe dabû ku wê di bin sîwana tifaqê de bikevin hilbijartinan.

HDP, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) di tifaqê de cih digirin.

Tifaqê di 22’yê Adarê de jî helwesta xwe ya ji bo hilbijartina serokkomariyê eşkere kir û deklare kir ku wê namzet dernexin.

HDP’ê encama nîqaşên civînê xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî ku wê bi yek partiyê û yek lîsteyê biçin hilbijartinê bir rojeva civîna tifaqê. HDP’ê her vê israra xwe domand. Lê belê di heman civînê de TÎP û EMEP’ê meyla wê bi logoyên xwe biçin hilbijartinê nîşan da. Li ser vê yekê hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi serokê giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û serokê giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina muzakereye serokên giştî bi desteyên partiya xwe re civiyan û wext xwestin. Baş û Akdenîz piştî bi desteyên partiyên xwe re hevdîtin kirin, biryarên xwe ji maseya Tifaqê re ragihandin. Piştî ragihandina biryaran re di nav partiyan de formula têkildarî stratejiya hilbijartinê jî zelal bû.

Niha li Dadgeha Destûrê doza girtina HDP’ê heye. HDP’ê ji dadgehê xwestibû ku biryara doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê. Lê dagehê daxwaza HDP’ê red kiribû. HDP’ê jî li ser vê redkirinê biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk di bin sîwana Tifaqê de bikeve hilbijartinê.

TÎP û EMEP jî dê bi logoyên xwe di bin sîwana tifaqê de bikevin hilbijartinê. TOP, EHP û SMF jî dê bi lîsteya Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê.