​​​​​​​Êrişên artêşa Tirk ên li ser gerîla didomin

Artêşa Tirk a dagirker 34 caran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

​​​​​​​Êrişên artêşa Tirk ên li ser gerîla didomin
24 adar, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî hatin dayîn:

"22 û 23'yê Adarê li Garê qadên Deşta Kafya û Girê Zengilê, li Xakurkê jî Qada Şehîd Şerîf 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23'yê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 27 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”