Pantagon: Karbesekî Amerîkî hate qetilkirin û 5 leşker li Sûriyeyê birîndar bûn

Pantagonê da zanîn ku hêzên Amerîkayê rêzederbeyên asîmanî li dijî armancên li Sûriyeyê pêk anîn.

Pantagon: Karbesekî Amerîkî hate qetilkirin û 5 leşker li Sûriyeyê birîndar bûn
24 adar, 2023   06:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora CNN a Amerîkayê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) got balafireke bêmirov avahiyeke tê de karmendên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir û tê payîn ew balafir a koma girêdayî Îranê ye, di encamê de karbesekî amerîkî li Sûriyeyê hate qetilkirin.

Her wiha 5 karmendên Amerîkayê û karbesekî din di derbeyê de birîndar bûn.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got serokê Biden destûr da ku derbeyên asîmanî li rojhilatê Sûriyeyê li dijî avahiyên ku komên girêdayî pasdarên Îranê pêk bînin.

Austin her wiha diyar kir ku Biden eşkere kiriye ku dê hemû tedbîrên guncaw ji bo parastina gelê xwe bigire û bersiva guncaw di cih û demê de pêk bîne.

(fr)