Rojnameyên erebî: Vekirina balyozxaneyan li Riyad û Şamê nayê wateya pêkanîna têkiliyan

Di rojnameyên erebî yên îro de mijarên sereke, têkiliyên Erebistana Siûdî û Sûriyeyê, lihevkirina siyasî ya Sûdanê û krîza aborî ya Lubnanê bû.

Rojnameyên erebî: Vekirina balyozxaneyan li Riyad û Şamê nayê wateya pêkanîna têkiliyan
24 adar, 2023   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

′SÛRIYE PIŞTÎ ÎRANÊ: EREBISTANA SIÛDÎ "SIFIR QUTKIRINA TÊKILIYAN" QEBÛL DIKE′

Rojnameya El Ereb li ser têkiliyên Erebistana Siûdî û Sûriyeyê wiha nivîsand: "Piştî nêzîkbûna bi Îranê re Erebistana Siûdî hewl da têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re pêk bîne. Ew ji bo Riyadê derfetek e ku projeyên xwe yên stratejîk ên mezin pêk bîne.

3 çavkaniyan got Sûriye û Siûdî li ser ji nû ve vekirina balyozxaneyên xwe, piştî qutkirina têkiliyên dîplomatîk ên zêdetirî 10 salan, li hev kir. Ew yek gaveke mezin a hewldanên vegera Şamê li cîhana Ereban e.

Ji bo Erebistana Siûdî, rakirina nakokiyan nayê wateya pêkanîna têkiliyan, lê belê dihêle ku li gorî guhartinên siyasî yên cîhanî û herêmî xwe ferz bike. Her wiha nêzîkbûna bi Îranê re dewama nakokiyên bi Yemenê re asteng nake. Hûsiyan êrişî Meerebê kir û bi wê re diyar kir ku ew dûrî agirbesta Siûdî-Îranê ne.

Ruxmî hewla jinûve vegerandina têkiliyan bi Şamê re, lê çavdêran da zanîn ku ew yek xalên nakok bi yek carê ranakin.

Çavkaniyeke alîgirê Şamê diyar kir ku têkiliyên di navbera Riyad û Şamê de, piştî lihevkirina li ser vegerandina têkiliyên di navbera Siûdî û Îranê de, lezeke mezin wergirt."

′KOMÎTEYA HEVBEŞ DEST BI NÎQAŞA SAZÛMANIYA LIHEVKIRINA SIYASÎ YA DAWÎN DIKE′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûdanê ev tişt nivîsî: "Komîteya hevbeş a aliyên Sûdanê ya sazkirina lihevkirina siyasî ya dawîn, civîna xwe ya yekemîn li qesra serokatiyê ya li Xertûmê li dar xist û sazûmaniya lihevkirinê nîqaş kir. Tê payîn ew lihevkirin di Nîsanê de bê îmzekirin.

Komîte ji 11 endaman pêk tê; 5 nûnerên Hevalbendiya Hêzên Azadî û Guhartinê, nûnerekî artêşê, nûnerekî Hêzên Desteka Lezgîn, nûnerekî Eniya Şoreşger, 2 nûnerên Hêzên Desteka Demkî.

Berdevkê xebata siyasî Xalid Omer Yûsif di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku di civînê de sazûmaniya lihevkirinê nîqaş kirine.”

′IMF: LUBNAN DI REWŞEKE XETERNAK DE YE′

Rojnameya Îtîhad El Îmaratî li ser rewşa Lubnanê ev tişt nivîsand: "Duh, Fona Navneteweyî ya Pere (IMF) hişyarî li ser rewşa xeternak a Lubnanê, piştî derbasbûna salekê di ser sozdayîna ji bo sererastkirinên binketî da. Her wiha bang li hikumeta Lubnanê kir ku qerzan ji Banka Navendî negire.

Serokê şandeya IMF’ê Ernesto Rigo di civîneke çapemeniyê ya li Beyrûtê de got “Divê desthilat bi lez şertên IMF’ê yên wergirtina 3 milyar dolar pêk bîne. Me texmîn dikir ku pêkanîn û biryara qanûnsaziyê yên têkildarî sererastkirinan zêde bin. Lê pêşketin pir hêdî bûn. Lubnan di rewşeke xeternak de ye.”

Lubnanê bi IMF’ê re beriya salekê lihevkirinek îmze kir, lê şertên guncaw ji bo wergirtina bernameyê pêk neanîn.

IMF’ê piştî daxuyaniyên Rigo hişyarî da ku dê Lubnanê bikeve krîzeke domdar, ger sererastkirinên lez pêk neanîn."

(fr)