​​​​​​​Xizmên şehîdên komkujiya Cindirêsê banga hesablêpirsînê kir

Xizmên şehîdên komkujiya Cindirêsê yên li kantona Şehbayê dimînin, bang li QSD û Kurdan li cîhanê kir ku hesabê ji çeteyan bipirsin ku hewl dan agirê Newrozê vemirînin. Her wiha Efrîna dagirkirin ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

​​​​​​​Xizmên şehîdên komkujiya Cindirêsê banga hesablêpirsînê kir
24 adar, 2023   03:33
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Şeva Newrozê çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker ku rasterast li gorî fermana îstixbarata dagirkeriya Tirk kar dikin, komkujiyeke hovane li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî pêk anî. Di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

Xizmên şehîdan ên li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dimînin, bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Kurdan li cîhanê kir ku tola şehîdan hilînin û sûcdaran ceza bikin ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker in. Her wiha Efrîna dagirkirî ji terorê û dagirkeriyê rizgar bikin.

/kr/uploads/files/2023/03/23/194440_-.webp

Kurê şehîd Nezmî Osman Ebdîn Osman ji ajansa me re têkildarî komkujiyê axivî û got: “Kurapê min li ser banê malê di qutiyeke biçûk de agirê pêxist. Piştre komeke çeteyan hat û bavê min tengav kir. Piştî qircir di navbera wan de çêbû, çeteyan zêdetirî 10 gule li bavê min reşandin. Dûre du apê min hatin, ew jî kuştin û kurê apê min jî kuştin.”

Ebdîn bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesabê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bipirsin, ji ber ku hedefgirtina malbatê hedefgirtina gelê Kurd e ji ber ku dizanin Cejna Newrozê cejneke neteweyî ya kurdan e.

Ebdîn di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Efrîna dagirkirî û kurdan kir ku piştgiriya serhildana Cindirêsê bikin û got: “Divê her kes asta serhildana xwe bilind bike û erka xwe li hember şehîdên Newroza 2023`an bi cih bîne û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigire.”

/kr/uploads/files/2023/03/23/194416_-.webp

Xwişka şehîdan Tolîn Osman bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku tola şehîdan hilîne û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxe.

Tolîn Osman wiha domand: “Ji ber ku ew malbeteke welatparêz e, ew kir hedef. Xwestin agirê Newrozê di laşê birayê min û kurê birayê min de vemirînin. Em dê rêya wan bişopînin û li hember zordestiyê û zulmê şer bikin. Em dixwazin hesab ji sûcdaran were pirsîn.”

Tolîn Osman bang li civata navneteweyî kir ku her kesê destê wan din komkujiyê de û komkujiyên li kantona dagirkirî ji 5 salan ve pêk tên heye, hesabê jê bipirsin.  

(dm/şx)

ANHA