Gelo dîplomasî têrê dike nakokiyên Misir û Tirkiyeyê werin çareserkirin?

Civîna wezîrên Misir-Tirkiyeyê li Qahîreyê li hate lidarxistin. Her du wezîran bi civîneke çapemeniyê encamên civîna xwe aşkera kirin.

Gelo dîplomasî têrê dike nakokiyên Misir û Tirkiyeyê werin çareserkirin?
24 adar, 2023   00:52
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu li Qesra Tehrîr a li Qahîreyê roja şemiyê pêşwaz kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zeyd got di dan û standinan de têkiliyên dualî, dozên navneteweyî û herêmî yên xwedî girîngiya hevpar, hatin nîqaşkirin.

Di civîna çapemeniyê de, wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî got welatê wî ji bo pêanîna têkiliyên normalîzekirinê bi dewleta Tirk re û ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya hevkariyê dixebite.

Li aliyekî din jî Çavuşoglu diyar kir ku dê welatê wî li ser pevguhartina balyozan bi Misirê re di demeke bê de bixebite û got hebûna vîna siyasî ji bo pêşxistina têkiliyan cidî ye.

Şukrî dan û standinên bi hempîşeyê xwe yê Tirk re wek girîng û sade wesif kir û got: "Li gel me zemîneke xurt heye û ji bo vegerandina têkiliyên bi dewleta Tirk re em bawer in wê pêk were."

DESTPÊKA NAKOKIYÊ

Ev nêzîkbûna di têkiliyên Misir û Tirkiyeyê de piştî gelek salan pêk tê. Têkilî di 2013′yan de piştî artêşa Misirê serokê berê yê bi ser koma Îxwan ve Mihemed Mirsî ku hevalbendê Erdogan bû, ji ser desthilatê daxist, gut bûn.

Ev nakokî di navbera her du welatan de gihaşt lûtkeyê û Erdogan serokê Misirê wek zordar wesif kir. Tirkiye jî platforma gelek dezgehên çapemeniyê yên dijberî rejîma Misirê bû.

Li ser aliyê herêmî, helwestên Tirkî-Misirî di salên borî de têkildarî Lîbyayê eşkere bûn. Perspektîfên Qahîre û Enqereyê li ser nakokiya domdar a li Lîbyayê yên têkildarî sînorê deryayê li rojhilatê Deryaya Spî ya bi gazê dewlemend e, eşkere bûn.

PROJEYA ERDOGAN

Pispor dibêjin kapasîteya her du aliyan li ser derbaskirina nakokiyên kûr, bi taybet li gel dewama siyaseta dewleta Tirk a hewldana destwerdana li herêmê, kêm e.

Nivîskar û şîrovekar Îbrahîm Şaban got hêviyên têkildarî vegera têkiliyên Misir-Tirkiyeyê kêm in.

/kr/uploads/files/2023/03/23/194650_162118_abrahym.webp

Şaban ji ajansa me re li ser nakokiyên Misir û Tirkiyeyê axivî û wiha got: "Erdogan hewl dide projeya xîlafeta Osmanî û hegemonyaya li herêmê zindî bike. Ev yek bi rêya stratejiya “welatê şîn” û hwd eşkere ye. Ger dewleta Tirk dev ji hin tiştan berda û tawîz ji bo xwestekên Misirê di hin dosyayên de da, lê projeya Erdogan a Tirkî heye. Ew ne tenê gefan li berjewendiyên Misir û Lîbyayê dixwe, lê belê gefan li herêmê giştî û li projeya Erebî jî dixwe.

Îbrahîm Şaban bal kişand ser dagirkirina bakurê Sûriyeyê, bakurê Iraqê, hebûna leşkerî li Lîbyayê û berfirehbûna li Afrîkayê û diyar kir ku heta vê kêliyê Erdogan dev ji desteka projeya îslama siyasî ya li herêmê bernedaye.

NÊZÎKBÛNA DEMKÎ

Şaban wiha domand: "Nêzîkbûna Misir-Tirkiyeyê ruxmî lêborîna eşkere ya her du welatan û piştî hevdîtina Samih Şukrî û Çavuşoglu li Tirkiyeyê û piştre li Qahîreyê dê hilweşe. Enqere di serdema Erdogan de dê di pêkanîna xwestekên Misirê de bi bin bikeve û dê hegemonyaya xwe ya li herêmê bidomîne."

Şaban li ser nêzîkbûnê got dibe ku sûdwariya wê ya demkî pir mezin be, ew jî Misir ji dewleta Tirk bixwaze ku ji Sûriye û Iraqê derkeve, îtîrafê bi mafên Kurdan bike û dev ji destwerdana leşkerî ya liherêmê de berde.

Şaban di dawiyê de got tiştê di navbera Misir û Tirkiyeyê de pêk tê, nêzîkbûna li gel hişyariyê ye, testkirina niyetên Tirkiyeyê û siyaseta Enqereyê ya dijminatiya li herêmê ye.

(fr)

ANHA