Dorpêç û kêmbûna çêrgehan cotkar neçarî firotina sewalan dikin

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê û kêmbûna çêrgehan, xwediyên sewalan neçar dimînin ku wan bifroşin.

Dorpêç û kêmbûna çêrgehan cotkar neçarî firotina sewalan dikin
24 adar, 2023   01:40
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Ji ber kêmbûna rêjeya baranê, rûberên çandiniyê û çêrgeh kêm bûne. Di encamê de jî xwediyên sewalan berê xwe didin bazaran û sewalan difroşin. Ji ber ku lêçûna xwedîkirina wê gelekî zêde bûye.

Ji ber dorpêçê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve ji 5 salan ve li ser herêmê hatiye ferzkirin, êm, ceh û dermanên pêwîst ji bo sewalan gelek biha bûne. 

Ji ber wê jî xwediyên sewalan neçar dimînin ku beşekê bifroşin da ku bikarin ka û ceh ji bo beşa mayî peyda bikin.

Buhaya her kîloyeke êm li Şehbayê 3 hezar û 500  lîre ye û yê ka jî hezar û 500 lîreyên Sûrî ye, her wiha ji ber dorpêçê du qat ketin ser buhaya dermanan jî.

Der barê mijarê de Mihemed Xemîsî ku ew jî xwedî sewal e got: "Ji ber bihabûna êmê em neçar dimînin ku pez bifiroşin da ku em ka û êmê bikirin."

Welatiyê xwediyê 20 seriyên pez destnîşan kir ku piraniya xwediyên sewalan debara xwe jê peyda dikin, neçar dimînin ku wê bifroşin û got: “Rêjeya xwedîkirina sewalan gelek kêm bûye ku bi awayekî neyînî bandor li aboriya xwecih dike.”

 Her wiha, welatiyê bi navê Ebdurehman Mihemed ku ew jî xwedî pez e got: "Ez ji frotina şîr debara xwe dikim, lê belê ji ber bihabûna êmê û kêmbûna baranê ez neçar mam ku pez bifroşim."

(mh/şx)

ANHA