​​​​​​​Jinên Ereb: Em tecrîdê red dikin û ji bo şikandina wê tê dikoşin

Jinên Ereb ên Tebqa û Reqayê û endamên Kombûna Jinan a Zenûbya tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew dê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bidomînin.

​​​​​​​Jinên Ereb: Em tecrîdê red dikin û ji bo şikandina wê tê dikoşin
23 adar, 2023   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 25 salan ve dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan têk bibe. Ji ber wê bi rêbazên herî qirêj îşkence lê dike û qanûnên navneteweyî bin pê dike û rêzê ji rêgezên navneteweyî re nagire.

Li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî bertekên dijber derdikevin holê ku banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin. Di heman demê de jî helwesta CPT'ê ku heta niha tu daxuyanî der barê serdana wê ya Îmraliyê de nedaye, şermezar dikin.

Suad Ebdo ku ji Tebqayê ye tecrîda ji 25 salan ve ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Sûcê Rêber Ocalan çi ye da ku ewqas zilm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û tecrîdê bibîne?"

Her wiha Suad bêdengiya civata navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kir û got: "Gelek dewlet bi navê aştiyê bang dikin, lê belê ew di rastiyê de ne wiha ne, eger ew rastî jî wiha bin bila tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin."

Her wiha, welatiya bi navê Ranya Bîtar a ji Tebqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bi tecrîdê nikarin fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji me dûr bixin û wiha axivî: "Rêber Ocalan bi fikrê xwe di nav me de ye. Em wek jin dê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bidomînin. Her wiha em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin."

Welatiya bi navê Necah El Hisên jî nezelaliya CPT'ê ya der barê tenduristiya Rêber Abdullan Ocalan de piştî serdana wê ya Îmraliyê şermezar kir û bang lê kir ku xwedî li erkên xwe derkeve.

'AZADIYA GEL Û CIVAKAN BI AZADIYA RÊBER OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE'

Her wiha, endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Nisrîn El Hesen bal kişand ser bandora fikrê Rêber Abdullah Ocalan a li ser rastiya jinan û rola wî di pêşxistina rola jinan de di çarçoveya projeya neteweya demokratîk  û got: “Azadiya gelên azadîxwaz bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve girêdayî ye.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El Îsa têkildarî bandora fikrê Rêber Abdullah Ocalan li ser jinên Ereb got: "Em ji fikrê tarî rizgar bûn û em êdî di civakê de pêşeng û xwedî îrade ne."

Xûd destnîşan kir ku ew dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina hemû planên dijmin, asta têkoşîna xwe bilind bikin.

'DIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ XWEDÎ LI ERKÊN XWE DERKEVIN'

Di heman çarçoveyê de, berdevka Nivîsgeha Jinan a Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Newroz Muslim got: "Ji 2 salan ve hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer, malbat û bijîşkên wî re qedexekirî ye."

Newroz bang li rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî di serî de CPT'ê kir ku raporeke zelal der barê rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan amade bikin.

Xewle El Îsa welatiyek ji Reqayê ye, bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em dê bi rêya lidarxistina xwepêşandanan, panelên diyalogî û daxuyaniyan, fikrê neteweya demokratîk pêk bînin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin."

Xewle bang li rêxistinên navneteweyî kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Welatiya ji Reqayê ya bi navê Ebîr El Nafê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza şopandina fikrê wî yê neteweya demokratîk da.

(mh/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6pLPlivcdV8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J4qHCG5sLI4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>