​​​​​​​Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ji bo şehîdên komkujiya Cindirêsê

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiya Cindirêsê bûn, ku Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdasê li dar xistiye,

23 adar, 2023   15:51
ŞEHBA

Merasîma sersaxiyê li hola Jîn a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar ket. Endamê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Naso axivî û sersaxî da xizmên her 4 şehîdan.

Naso destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ji 5 salan ve li Efrîna dagirkirî berdewam in û wiha domand: “Ji van sûcan armanc dikin ku dîroka kantonê tune bikin, ji ber wê şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin çi bi rêya kuştin, revandin û destavêtinê. Her wiha baç li şêniyan ferz dikin û şêniyan ditirsînin.”

Naso diyar kir ku ji ber ku Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd cejneke pîroz e, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev komkujî pêk anî.

Her wiha Naso wiha axivî: “Serhildana li Cindirêsê li dijî zulm û zordestiyê ye ku ji 50 salan ve li dijî gelê Kurd pêk tê. Ew şehîd bûn çirûska rastîn li hember dagirkeriyê ku hewl dide gelê Kurd qir bike.”

Endama rêveberiya Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Elîf Şêxmihemed jî got: “Jinan li Cindirêsê destnîşan kir ku vîna jinan û vîna gelê Kurd ji plan û siyasetên wan mezintir e.”

Elîf got jinên kurd li hiember dagirkeriyê serî hilda û bi dengekî bilind got gelê Kurd namire.

Elîf soza şopandina rêya berxwedan da û diyar kir ku dê Cindirês ji bo zulm û zordestiyê bibe gor.

Dotmama şehîdan Erîfe Mihemed Osman di merasîmê de axivî û got: “Malbata me bi navê Pêşmerg navdar e. Ji ber ku em malbateke welatparêz in û zulmê qebûl nakin. Malbata min jî ji sûcên dagirkeriyê û çeteyên wê nefilitî, ji ber ku dixwazin wan bitirsînin û ji kantonê derxin.”

Erîfe wiha pê de çû: “Di şeva Newrozê de, şehîdan agirê Newrozê dada. Dûre komeke çeteyan êriş wan kir. Bi xwînekî sar li ber çavên civata navneteweyî 4 kes ji malbata min şehîd xistin. Ji 5 salan ve civata navneteweyî sûcên li dijî herêmê tên kirin paşguh dike.”

Di dawiyê de Erîfe Osman bang kir ku hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê were pirsîn û tola şehîdan werin hilanîn.

Dûre beşdaran ber bi çerxerêya navçeya Ehdas meşiyan ji bo ku cenazeyê şervana YAT`ê Rojeng Rifet werbigirin ku piştre wê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê veşêrin.

(dm/şx)

ANHA