​​​​​​​Erebistana Siûdî û hikumeta Şamê dê balyozxaneyên xwe vekin

Reutress ragihand ku hikumeta Şamê û Erebistana Siûdî li hev kirin ku balyozxaneyên xwe vekin piştî ku têkiliyên dîplomasî zêdetirî 10 salan qut bûbûn.

​​​​​​​Erebistana Siûdî û hikumeta Şamê dê balyozxaneyên xwe vekin
23 adar, 2023   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Reuterss`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar, got: “Erebistana Siûdî û Sûriyeyê li hev kirin ku balyozxaneyên xwe vekin.”

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd Sibatê ragihandibû ku lihevkirineke giştî di cîhana erebî de çêbûye ku tu feyda dûrxistina Sûriyeyê tune ye. Diyalog bi Sûriyeyê re wê teqez pêwîst bike.”

 (şx)