Amadekariyên şahiya Newrozê ya Hesekê sibe bi dawî dibin

Komîteyên Amadekar ên şahiya Newrozê li Hesekê xebatên xemilandina qada Newrozê ya li Bendava Şerqî didomînin.

Amadekariyên şahiya Newrozê ya Hesekê sibe bi dawî dibin
19 adar, 2023   14:40
HESEKÊ

Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re, komîteyên amadekar ên Hesekê dest bi amadekirina dika şahiya Newrozê kirin ku li Bendava Şerqî ya Hesekê dê were lidarxistin.

Bi dehan endamên sazî, komîteya amadekar ji sibê ve qada şahiyê paqij kir, al û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên taybet ên Newrozê li qadê daliqandin.

/ar/uploads/files/2023/03/19/140905_dsc_002709876-28medium29.webp

Têkildarî mijarê endama Komîteya Amadekar a Newroza Hesekê Fiyan Cehcan got: “Ji 20`ê Sibatê ve me dest bi amadekariyan kir. Komîte, cihê şahiyê, dik, cihên rawestandina erebeyan û kombûna şêniyan amade kirin.”

Viyan wiha domand: “Ji hefteyekê ve me dest bi xemilandina dikê û paqijkirina qadê kir. Me cih ji bo vegirtina konan diyar kir. Xebatên me wê sibe bi dawî bibin.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê 15`ê Adarê bi daxuyaniyekê bernameya Newroza 2023`yan ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, şahiyên Newrozê dê li 7 deverên Herêma Cizîrê; Dêrik li qada Bendava Bozî, Girkê Legê li gundê Helaq, Tirbespiyê li Qada Şehîd Mezlûm Dogan a Mizgeftê, Qamişlo Qada Newrozê ya gundê Hîmo, Amûdê li Qada Newrozê ya gundê Cagir Bazar, Dirbespiyê li Qada Newrozê ya Colbistanê û Hesekê li Qada Newrozê.

(mh/şx)

ANHA