Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû

Şahiya Newrozê ya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî û çandî bi dawî bû. Di şahiyê de hat destnîşankirin ku projeya Rêveberiya Xweser, bi rêya hevgirtin û îsrara pêkhateyên wê li ser azadî, rizgariya ji zulmê newroza sûriyeyiyan pêk tîne.

Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
Şahiya Tebqayê bi pêşandana berhemên hunerî bi dawî bû
19 adar, 2023   14:33
TEBQA

Li Tebqayê şahiya Newrozê bi pêxistina agirê wê dest pê kir. Di şahiyê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hatin kirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hind El Elî axivî û newroz Kurd, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Hind wiha domand: “Em şehîdên xwe bibîr tînin ku ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk û temamkirina rêya Newrozê ya azadiyê û jiyana aştiyane, canê xwe feda kir.”

Her wiha endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Selah Îbrahîm axivî û Cejna Newrozê li Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Îbrahîm destnîşan kir ku Newroz, destpêkeke dîrokî ya ber bi rizgarkirina mirov ji zulm, koletiyê û pêkanîna azadiyê ye, Newro vejîna rizgariyê û hevgirtina pêkhateyan e ku li ser azadî û tunekirina zulmê û tundiyê bi îsrar in.

NEWROZA SÛRIYEYIYAN

Îbrahîm diyar kir ku pîrozkirina gelê Kurd û gelên herêmê Cejna Newrozê, parastina mîrasa xwe ya dîrokî, hevgirtin, dayîna şehîdan, îsrara li ser azadî, rizgariya ji zulmê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser, Newroza sûriyeyiyan e.

Di dawiya şahiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên kurdî û erebî gerandin ku Koma Tebqa, Cirniye, hunermendên mîna Rûken Reşîd, Yasmîn El Esker, Zîlan Ebdullah, Raman Menan, Mehmûd El Seyah û Serdar Zêdan pêşandan.

(dm-şx)

ANHA