`Heke dengê aştiyê ji Îmraliyê bilind bibe wê welat ji nava kirîzan rizgar bibe`

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Newroza li Stenbolê re peyamek şand. Di peyamê de hate gotin; “Heke dengê aştiyê ji Îmraliyê bilind bibe wê welat ji nava vê gerîneka krîzan rizgar bibe û wê ew deng bibe alîkar. Heke em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin wê rê li ber aştî û çareseriyê vebibe.”

`Heke dengê aştiyê ji Îmraliyê bilind bibe wê welat ji nava kirîzan rizgar bibe`
19 adar, 2023   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Cejna Newrozê bi coşeke mezin tê pîro kirin. Di Newroza Stenbolê de ku bi deh hezaran kes tev lê bûne, banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêber bdullah Ocalan dike ji bo pîrozbahiya Newrozê peyamek şand.

Di nameya ji bo miwekîlê wan Abdullah Ocalan hatibû nivisîn de wiha hat gotin:

“Gelê me yê hêja, em li ser navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêzdarî we silav dikin. Em Newroza 2023’an pîroz dikin. Em carek din di heyamek ku Newroz dîrokê û qederê diyar dike de pêşwazî dikin. Felaketa erdhejê ya di 6’ê Sibatê de rê li ber êş û hilweşînek mezin vekir û gelê me xist nava xemek mezin. Em carek din êşa gelê xwe parve dikin û dibêjin derbasî be.

Me wek parêzerên Birêz Abdullah Ocalan, dixwest ku bi peyam û dengê miwekîlê xwe li pêşberî we bûna. Lê mixabin ji 25’ê Adara 2021’an vir ve em ti agahî ji miwekîlê xwe Birêz Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar nagirin.

Birêz Ocalan di Newroza 2013’an de ji gelê me û hemû gelan re axivîbû, hêviya aştî û azadiyê zindî kiribû û rê li ber pêvajoyek nû vekiribû. Li qadên Newrozê û li ber şahidiya gelê me, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û meseleya kurd pêvajoya diyaloga çareseriyê hatibû destpêkirin.

Tevî hemû hewldanên Birêz Ocalan jî peşkê li vê pêvajoyê xistin û ji bo gelê me, bindestan û hemû civakê rê li ber êşên mezin, herikîna xwînê hat vekirin. Ev pêvajo di heman demê de tecrîda girankirî li dijî birêz Ocalan destpê kir. Sepana tecrîdê didome. Her ku şertên aborî û civakî yên gelê me û civaka Tirkiyeyê xerab dibin, qadên azadiyê teng dibin, tecrîd jî kirine sepanek berdewamî, bênavberî û asta agahî negirtinê jî hatiye bilindkirin. Tecrîd, şer, feqîrî û rejîma otorîter carek din ji bo me bû tecrube. Zîhniyeta ku di tecrîdê de israr dike welat ber bi krîzek mezin ve biriye û ji bo gelên me bûye sedema encameke giran.

Gelê me yê hêja, li pey van hemû geşedanên diqewimin de em ji her demê bêtir hewcedarî bi rola azadî û aştiyê ya Birêz Ocalan dibînin. Heke dengê aştiyê ji Îmraliyê bilind bibe wê welat ji nava vê gerîneka krîzan rizgar bibe û wê ew deng bibe alîkar. Heke em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin wê rê li ber aştî û çareseriyê vebibe.”