Sudanî bi serokê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Îranê re civiya

Hemwextî salvegera 20`an a destwerdana Amerîkayê li dijî Iraqê serokwezîrê Iraqê bi sekreterê Encûmena Bilind ya Asayîşa Netewî ya Îranê re civiya.. Her wiha peymaneke ewlehiya hevbeş jî di navbera her du welatan de hate îmzekirin.

Sudanî bi serokê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Îranê re civiya
19 adar, 2023   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi sekreterê Encûmena Bilind ya Asayîşa Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxan re civiya.

Li gorî ofîsê di civînê de behsa peywendiyên di navbera her du welatan de, rewşa ewlekarî û siyasî ya herêmê hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Serokwezîrê Iraqê bikaranîna xaka Iraqê ya ser welatên din red kiriye, herwiha gotiye nabe xaka Iraqê bibe meydana komên çekdar û binpêkirina serweriya xaka Iraqê.”

Heman çavkaniyê ragihand ku Elî Şemxanî jî spasiya Iraqê kiriye û daxwaza Îranê ya li ser peywendiyên Îranê ya ji bo berjewendiyên her du welatan dubare kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi pêşengtiya serokwezîrê Iraqê peymanek ewlekariyê di navbera herdu welatan de hatiye îmzekirin. Li gorî daxuyaniyê peyman li ser hemahengiya parastina sînorên navbera her du welatan de ye.

(şx)