Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya du şehîdên QSD`ê

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo 2 şervanên YAT`ê ku tevî 7 hevalên xwe di qezeya ketina 2 helîkopteran li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûne, merasîma sersaxiyên li dar xist.

Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya du şehîdên QSD`ê
Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya du şehîdên QSD`ê
Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya du şehîdên QSD`ê
Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya du şehîdên QSD`ê
Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya du şehîdên QSD`ê
Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya du şehîdên QSD`ê
19 adar, 2023   13:35
ŞEHBA

Bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê, endamên sazî û meclisan li qada sereke ya Kampa Berxwedan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Berfîn Bîlal (Rojeng Rifet) û Hadî Hemdoş Zahir (Dogan Efrîn) bûn ku tevî 7 hevalên xwe yên YAT`ê 15`ê Adarê di qezeya ketina 2 helîkopteran li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de qeyda deng a şehîd Rojeng Rifet hate guhdarkirin ku behsa berxwedana dîrokî ya koçberên Efrînê di nav kamp û malên nîvwêranbûyî de li hember planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê û girîngiya pêşengiya ciwanan a şoreşa Rojava ji bo têkbirina armancên dagirkeriyê, kir.

/ar/uploads/files/2023/03/19/130701_shathyh-abrahym.webp

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Şaziye Îbrahîm axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan û destnîşan kir ku bi saya fedekariyên şehîdan destkeftiyên herêmê hatin parastina.

Şaziye îşaret bi salvegera 5`an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, sûcên wan li dijî şêniyên Efrînê û koçberên Efrînê yên li Şehbayê kir û got: “Bi şev û roj dagirkerî hewl dide berxwedana dîrokî ya bi xwîna ciwanan hatiye avdan, têk bibin. Rojeng û Dogan îsbat kirin ku vîna şêniyên Efrîn û Rojava naşike ji ber ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan xwe bi çek kirine.”

Di dawiyê de Şaziye soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî da.

`TOLHILDANA ŞEHÎDAN ERKA HEMÛ ŞERVANAN E`

/ar/uploads/files/2023/03/19/130645_shylh-afryn.webp

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Suheyle Efrîn destnîşan kir ku ew dê şopdarên rêya şehîdan bin û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku bi siyasetên xwe û şerê taybet berxwedana xelkê Efrînê tune bikin, planên xwe û Mîsaqê Millî pêk bînin.”

Her wiha Suheyle Efrîn diyar kir ku bi saya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û xelkê herêmê ku şerê gel ê şoreşgerî ji xwe re kirine bingeh, ew hewldanên dagirkeran bi bin dikevin.

Suheyle Efrîn wiha got: “Tolhildana şehîdan erka hemû şervanan e.”

/ar/uploads/files/2023/03/19/130630_rwkan-ahmd.webp

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rûken Ehmed wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwendin.

(şx)

ANHA