Barana zêde zirarek mezin da koçberên li Idlibê

Li 35 kampên li gundewarê Idlibê bi sedema lehiyên ji ber barîna zêde ya baranê çêbûne, zêdetirî 650 konan zirar dît.

Barana zêde zirarek mezin da koçberên li Idlibê
19 adar, 2023   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şeva şemî-yeşemê baran zêde bariya û lehî rabûn, ava baranê derbasî zêdetirî 35 kampên li gundewarê Idlibê bû û zirarên mezin gihîştin koçberan.

Li gorî SOHR`ê, ji ber baranê zirarek mezin gihîştiye Kampa Wadî Harûn (li bajaroka Hezra ya bakurê Idlibê), Kampa El bofaris (li derdora heman bajarokê), Kampa Eciyal (li bajaroka Kellî), Kampa Hemûd (di navbera Sermede û Batibo de) û hejmarek kampên dni ên li derdora bajarê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê.

Hin malperên ragihandinê yên bakur rojavayê Sûriyeyê jî ragihandin ku ji ber baranê û lehiyan, zirarên mezin gihîştine zêdetirî 650 konên koçberan, hin dikan hilweşiyane û hejmarek rêyên bajar û bajarokan hatine girtin.

Li piraniya kampên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, rewşa mirovî, xizmetgûzarî û tenduristî xirab e, nexweşiya Kolêrayê belav bûye, torên kanalîzasyonê tune ne û derdê Çeteyên li wan deveran tenê dizî û talankirin e.

(cx)