Li Kobanê banga tevlîbûna Newrozê

Li herêma Firatê Komîteya Amadekar a pîrozbahiya Newrozê serdana dikan û taxan kir û banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê li xelkê Kobanê kir.

Li Kobanê banga tevlîbûna Newrozê
19 adar, 2023   10:50
 KOBANÊ

Komîteya Amadekar a pîrozbahiya Newrozê ya herêma Firatê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Viyan Amara Sûad Xelîl ve hat xwendin û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê tevlê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wekî komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê, em vê malbatên şehîdan, şervanên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.”

Piştî daxuyaniyê agirê Newrozê hat pêxistin. Piştre endamên komîteyê yên cil û bergên kurdî li xwe kiribûn, berê xwe dan kolanên Kobanê, Newroz pîroz kir û bang li gel kir ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin ku dê li Girê Mişte Nûr bê lidarxistin. Di dawiyê de dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” hat berzkirin.

(cx)

ANHA