Kongra Star: Em Newroza îsal bikin Newroza Azadiya Rêber Apo

Meclisa Kongra Star bi boneya Cejna Newrozê peyamek weşand û got: "Bi ruhê ′Jin, jiyan, azadî′ em bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û agirê Newrozê geş ‎bikin."

Kongra Star: Em Newroza îsal bikin Newroza Azadiya Rêber Apo
19 adar, 2023   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi boneya Newrozê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de Cejna Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz û têkoşer ên li qadên berxwedanê, şervanên azadiyê, gerîlayên qehreman, dayik û malbatên şehîdan hat pîrozkirin.

Berfirehiya peyamê wiha ye:

“Bi ruhê berxwedana Mezlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan, Ronahî û Bêrîvan, Sema Yuce ku bi berxwedan û agirê canê xwe agirê Newrozê geş kirin, em ê sedsala 21. bikin sedsala azadiya jinê. Bi sedan berdêlên wekî Kemal Kurkut ku me di pîrozkirina Newrozê de da, em ê li dirûşma "Bi Ruhê Berxwedana Newrozê Em ê Rêber Apo Azad Bikin û Dagirkeriyê Têk Bibin" xwedî derbikevin û her tim bibin şopdarên têkoşîna wan.

Di kesayeta şehîdên Newrozê de û 9 şehîdên Yekîneyên Antîteror  ku di qezaya balafirê de şehîd bûn de em hemû şehîdên doza azadiyê bi minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em soza bilindkirina meşaleya Newrozê didin ku bi canê pakrewanan heta roja îro hatiye bilindkirin, em ê hîn bêhtir geş bikin, ji bo bibe Newroza azadiya Rêber Apo û tevahî gelên bindest û mirovahiyê.

Bi vî ruh û vîna roja nû ya vejînê, roja Newrozê, em dibin xwediyê erk û berpirsiyariyekê li beramber azadiya Rêbertî û tecrîda girankirî li ser tê meşandin. Em têkoşîna xwe hîn behtir bilind bikin da ku azadiya Rêbertî ya fizîkî mîsoger bikin û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi ser bixin. Bi vê wesîleyê em vê berxwedana bêhempa ya Îmraliyê û berxwedêrên serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya tevahî jin û gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav dikin, Newroza wan pîroz dikin.

Em bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û agirê Newrozê geş bikin.”

(fr)