Li Efrînê jiyan li jinan bûye dojeh

Ji 18`ê Adara 2018`an ve dagirkeran li Efrînê 95 jin hatine qetilkirin, 430 jin jî hatine revandin. Bi sedan jinên di girtîgehan de jî rastî her cure sûcên dermirovî tên.

Li Efrînê jiyan li jinan bûye dojeh
18 adar, 2023   23:41
ŞEHBA - ZEYNEB ŞÊXO

Piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, bi sed hezaran şêniyên herêmê koçberî Şehbayê bûn.

Lê beşek şêniyan li Efrînê man. Di 5 salên dagirkeriyê de li dijî wan her cure sûc tên kirin. Jinên efrînê jî para xwe ji van sûcan girtin.

Ew sûc ji aliyê rêxistinên cuda ve bi rapor û daneyan hatine belgekirin, lê belê hê jî gelek kiryarên hovane yên dagirkeran nehatine belgekirin.

DI 5 SALAN DE QETILKIRIN Û REVANDINA JINAN LI EFRÎNÊ

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di salên 2018 (piştî dagirkirina Efrînê) û 2019`an de, 59 jin hatine kuştin, 200 jin hatine revandin. Di nava wan jinan de gelek jinên ciwan jî hene.

Di 2020`an de 9 jin hatine kuştin, 92 jin hatine revandin.

Di 2021`an de 14 jin hatin kuştin, 82 jin hatine revandin.

Di 2022`yan de 13 jin hatine kuştin, 49 jin jî hatine revandin.

Ji destpêka 2023`yan de jî 7 jin hatine revandin.

Aqûbeta gelek jinan hê jî nayê zanîn.

Li kêleka sûcên kuştin û revandinê, jin ji aliyê dagirkeran ve rastî her cure zext, tundî û îşkenceya fîzîkî û derûnî tên.

NAVENDÊN KUŞTIN, ÎŞKENCE Û GIRTINA JINAN

Li gorî zanyariyên ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê û çavkaniyên taybet hatine bidestxistin, li Efrînê bi dehan navendên kuştin, îşkence û girtinê hene. Ji wan navendên ku tê de jin jî tên ragirtin ev in :

*Girtîgeha “Meclisa Qanûnsaz a berê” li navenda bajêr e. Bi navê girtîgeha jinan tê naskirin. Jinên hatine revandin di jêrzemîna avahiyê de têne girtin. Nêzî 50 jin di wê girtîgehê de hene. Serçeteyên komên çeteyan û îstixbarata dewleta Tirk, jinên ku hatine revandin wek “Emanat” bi nav dikin û ji wan re derfet hatiye dayîn ku ji 10 heta 30 jinan bikujin.

*Girtîgeha “El Mehkemê” li avahiya dadgehê ya berê ye. Tê de jinên ji navçeyên Efrînê hatine revandin, tên ragirtin. Ev girtîgeh ji aliyê çeteyên Cebha El Şamiyê ve tê birêvebirin.

*Girtîgeha “El Mehmûdiyê” ji aliyê çeteyên El Hemze ve tê birêvebirin. Tê de 2 odeyên taybet ên jinan hene.

*Girtîgeha dibistana “El Keramê” ku dibistana herî kevn a Efrînê ye. Çeteyên Feyleq El Şam ew dibistan kir girtîgeh û tê de beşeke taybet a jinan heye.

*Girtîgeha “Basûtê” ku bi navê “Girtîgeha Qela” tê naskirin. Li nêzî bajarê Efrînê ye. Ji aliyê çeteyên Firqeya El Hemze ve tê birêvebirin. Di bin çavdêriya yekser a îstixbarata dewleta Tirk de ye. Bi dehan jin tê de hene.

(cx)

ANHA