​​​​​​​Ebdulqadir El Hisên: Komploya li dijî gelê Sûriyeyê eşkere tê kirin

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê Ebdulqadir El Hisên diyar kir ku armanca nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de tunekirina hêviyên sûriyeyiyan ên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng e.

​​​​​​​Ebdulqadir El Hisên: Komploya li dijî gelê Sûriyeyê eşkere tê kirin
19 adar, 2023   03:25
MINBIC

Hemwextî salvegera 12`an a aloziya Sûriyeyê Rûsya ji bo ku Enqere û Şamê nêzî hev bike, hewldanên xwe di vê dawiyê de zêde kirin. Çaverê bû ku li paytexta Rûsyayê Moskovê, bi beşdariya cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriye, Îran, Rûsya û Tirkiyeyê civîneke çaralî pêk were. Lê ev civîn pêk nehat û hate derengxistin.

Ruxmî ku ev civîna siyasî pêk nehat, lê çavdêr diyar dikin ku heke pêk were, armanca wê ya sereke derbe li modela demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anku Rêveberiya Xweser bixe. Ev model, alternatîfa pergala heyî û çareseriya aloziya Sûriyeyê ye.

Endamê Partiya Sûriye Pêşerojê-Meclisa Idlibê Ebdulqadir El Hisên li ser mijarê wiha axivî: “Ji rojên destpêkê yên şoreşa Sûriyeyê ve, pergalên Tirkiye û Baas hewl dan şoreşê ji rêya wê ya rast dûr bixin. Ev hewldan, di guhertina rêya çareseriya siyasî ji Cinevê ber bi Soçiyê ve de diyar bû. Di encama vê komployê de, şoreş bû kirêkirî û xaka Sûriyeyê bû navenda çeteyên cîhanê.

Ji bo dosyaya Sûriyeyê 19 civînên Astanayê li dar ketin. Di encamê de lihevkirinên Rûsya-Tirkiyeyê dewam kirin. Êriş projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Rûsya, Tirkiye û Îranê ji 23-24`ê Çileya 2017`an ve heta 23`yê Çileya 2022`yan li dar xistin.

El Hisên diyar kir ku ji rojên pêşîn ên şoreşa Sûriyeyê ve peywendî û koordîne di navbera îstixbaratên Tirkiye û Sûriyeyê de qet qut nebûn û ev li gotinên xwe zêde kir: “Nîşandana dijmantiyê di navbera her du pergalan de, tenê ji bo ku raya giştî ya cîhanê wer bigirin. Destkeftiyên siyasî li ser hesabê gelê Sûriyeyê û êşên wî bi dest xistin. Di vê dawiyê de jî ev komploya li dijî gelê Sûriyeyê eşkere bû. Êdî ev komplo eşkere bû ku hewl dan şoreşê bi bin bixin û wê veguherînin şerên taîfî, tundrawiyê û çetebûnê.”

El Hisên wiha domand: “Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya li Sûriyeyê ye. Ji ber ku banga biratiya gelan, jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Her wiha xilasî ye ku Sûriye ber bi ewlehiyê ve dibe.

Ebdulqadêr El Hisên di dawiyê de got: “Nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de, tenê ji bo tunekirina projeya Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku ev proje hêviyên sûriyeyiyan û şoreşa wan pêk tîne ku Sûriyeyeke demokratîk a pirreng bê zordestî û dîktatorî ava bike.”

(şx)

ANHA