​​​​​​​Li Hecînê turnuveya futbolê

Li Hecînê, turnuveyeke fotbulê ya şagirtên dibistanan hat organîzekirin.

​​​​​​​Li Hecînê turnuveya futbolê
18 adar, 2023   18:06
DÊRAZORÊ

Saziya Perwerdeyê ya bajarokê Hecînê yê Dêrazorê bi hevkariya Rêxistina Ensaf bi beşdarbûna 26 tîmên dibistanên seretayî turnuveyeke futbolê organize kir.

Tunuve li stada Şemlan a bajarokê Hecînê yê gundewrê rojhilat ê Dêrazorê dewam dike.

Destpêkê  maç li ser asta dibistanên seretayî hatin lidarxistin. Piştre ji her dibistanekê 11 şagirtên ku asta wan di fotbulê de baş e hatin hilbijartin.

Tîmên beşdar li ser 5 koman hatin belavkirin.

Turunve bi maça di navbera Hecîn Rojhilat û Keçên Hecînê de dest pê kir. Maç bi encama 1-1 bi dawî bû. Maça duyemîn di navbera tîma Dibistana Hecîn Rojava û Tîma Kurên Hecînê de pêk hat. Tîma Dibistana Hecîn Rojava bi 1-0 bi dawî bû.

Turnuve wê 10 rojan li Stada Şemlan dewam bike û di dawiyê de dê 3 tîmên serketî werin xelatkirin.

Armanca vê turnuveyê, pêşxistina behreya fubolê li gel şagirtan e, şagirt fêrî karê koolektîf bibin, her wiha şagirtên ku dev ji dibistanê berdane teşwîq bikin ku vegerên dibistanê.

(bb)

ANHA