​​​​​​​Sûriye; aloziyên li pey hev

Ji ber aloziyên li dû hev, bi taybet ji ber krîzên aborî, êşa sûriyeyiyên li herêmên hikumeta Şamê girantir dibe. Çavdêr dibêjin sedema wan aloziyan, siyaseta paşguhkirin û navendîbûnê ya hikumeta Şamê ye.

​​​​​​​Sûriye; aloziyên li pey hev
19 adar, 2023   01:45
ŞAM - EŞTAR EBDULFETAH

Kolanên paytexta Sûriye Şamê bi erebokên fêkî û sebzeyan tijî ne, lê welatiyên ku bi zorê debara xwe dikin, lê dinêrin, lê nikarin bikirin. Li gelek sûkan hin cureyên fêkiyên biha, mîna mango û kîwî peyda dibin, lê buhayê kîloya wan, meaşê mehekê yê karmandekî hikumeta Şamê derbas dike.

Di demên dawîn de rojeva xelkê buhayê pîvazan bû, ev mijar li ser malperên medyaya dijîtal jî pir hat nîqaşkirin.

PÎVAZ DIGIHÊJE SÛKAN Û WINDA DIBE

Jineke ji gundewarên Şamê ku ji tirsa ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, got: “Ez çûm saziya mezaxtinê ya kartên temwînê ji bo ku parên xwe bibim. Lê çavê min li pîvazan ket. Karker, ji bo her malbatekê kîloyeke pîvaz vediqetand. Miqdar pir bû. Min xwest para xwe ya pîvazan bigirim, lê karker got tu nikarî îro bibî.

Ji min xwest roja din vegerim. Roja din, sibehê zû şiyar bûm û çûm. Ji min re got pîvaz nemane. Ez şaş bûm, ew qas pîvaz bi ku de çûn? Careke din ji min re got demeke din vegere dema pîvaz hebin. Her malbatek dikare hefteyê kîloyeke pîvaz bi 6 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ji saziyê bikire. Lê di sûka reş de buhayê wê du qat e. Gelo pîvaz firotin bazirganan an jî derxistin derveyî welêt?”

Der barê heman mijarê de endamê berê yê meclisa rêveberiya parastina mezêxeran a girêdayî hikumeta Şamê Fîras Nedîm ku li Şamê dimîne, got: “Bi gelemperî hilberandina gelek cureyên berhemên çandiniyê kêm bûye. Ji ber ku pêdiviyên çandiniyê di mewsiman de peyda nabin. Her wiha teknolojiya nû di çandiniyê de nayê bikaranîn. Plansazî û bername jî ji rewşa li ser erdê dûr in.”

Nedîm destnîşan kir ku li rex wê jî, hikumeta Şamê nikare sotemeniyê û semadê peyda bike û zêdebûna lêçûnê hişt piraniya cotkaran dev ji çandiniyê berdin. Li gorî wî di encamê de, ji sedî 70 rûberên çandiniyê bor in.

Bi zêdebûna germahiyê re, li gel amadekariyên çinîna berheman, pirsgirêkên cotkaran li gundewaran derdikevin lê hikumeta Şamê paşguh dike. Çalakvaneke ji Qelemonê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: “Di mewsima gêlazan de, li gundekî mîna Mişef (Felîta) ê li ser sînor, bajarokê Rais Mere yên bi cureyên gêlazan yên herî baş navdar in, ev fêkî biha ye. Ji ber ku cureyên wê yên baş ji dewletên din re, mîna Rûsyayê, têne şandin.”

Li gel van aloziyan û pirsgirêkan, êşên cotkar û welatiyan li herêmên hikumeta Şamê zêde dibin. Der barê rola Yekitiya Cotkaran û gelek saziyên din de gelek pirs hene.

Piştî derbasbûna 12 salan di ser aloziya Sûriyeyê re, paşketina aborî ya berdewam û rewşa jiyanî ya paşketî li herêmên hikumeta Şamê, piştgiriya hikumetê, çareserkirina pisgirêkên cotkaran û teşwîqkirina wan tune ye û îstiqrara aborî peyda nabe.

Li gorî çavdêr û analîzvanên aborî, hikumeta Şamê planên stratejîk ên demkurt û demdirêj danaine. Li gorî çavdêran, divê parvekirin an ku veguhastina sebzeyan di navbera herêmên Sûriyeyê de bê hêsankirin, piştgiriya cotkaran bê kirin, derxistina bêplan û nehevseng a sebzeyan ji bo derve bê sivikkirin û hesab ji keysbazan bê pirsîn.

Siyasetmdar jî dibêjin rêya yekane ya bidawîkirina aloziyan, ew e ku hikumeta Şamê dev ji zîhniyeta xwe û çareseriya leşkerî berde, tedbîran bigire da ku baweriyê di navbera hikumetê û aliyên demokratîk de ava bike, dest bi diyalogeke siyasî bike û ewlehiya siyasî pêk bîne. Her wiha destnîşan dikin ku zîhniyeta dûrxistinê û navendîbûn, ne rêya çareserî ye.

(şx)

ANHA