​​​​​​​Kurdên li Lubnanê dagirkirina Efrînê şermezar kir

Bi boneya salvegera 5ʹemîn a dagirkirina Efrînê, rêxistina PYDʹê ya Lubnanê û Kongra Star civînek li dar xist.

​​​​​​​Kurdên li Lubnanê dagirkirina Efrînê şermezar kir
18 adar, 2023   17:43
BEYRÛT

Civîn li Beyrûtê bi beşdarbûna bi dehan Kurdên li Lubnanê hat lidarxistin.

Di civînê de ji rêveberên PYDʹê Xalid Xalid axivî, bal kişand ser berxwedana 58 rojan li Efrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Xalid anî ziman ku ew ê têkoşîna dewam bikin heta Efrîn were rizgarkirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê Ebduselam Ehmed îşaret bi sûcên dermirovî yên dewleta Tirk ên Efrînê û guhertina demgorafî kir.

(bb)

ANHA