​​​​​​​Li Tirbespiyê û Hesekê agirê Newrozê hat dadan

Bi boneya Newrozê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşek li navçeya Tirbespiyê li dar xist. Li Hesekê şêniyan agirê Newrozê dadan.

​​​​​​​Li Tirbespiyê û Hesekê agirê Newrozê hat dadan
​​​​​​​Li Tirbespiyê û Hesekê agirê Newrozê hat dadan
​​​​​​​Li Tirbespiyê û Hesekê agirê Newrozê hat dadan
​​​​​​​Li Tirbespiyê û Hesekê agirê Newrozê hat dadan
​​​​​​​Li Tirbespiyê û Hesekê agirê Newrozê hat dadan
18 adar, 2023   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê meşek meşaleyî ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hat lidarxistin.

Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li Qada Şehîd Nejîbr rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û meşale hatin hildan.

Li Qada Şehîd Nejîbr, endama Rêberiya Tevgera Ciwanên Şorşger a Sûriye-Tirbespiyê Mizgîn Hisên axivî û got ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dikin. Her wiha anî ziman ku meşaleya ku Kawayê Hemdemî Mezlûm Dogan pêxistiye wê pêketî bimîne.

Di dawiyê de ciwanan  agirê Newrozê pêxistin.

HESEKÊ

Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê jî agirê Newrozê hat dadan.

Destpêkê deqeyeke rêz hat girtin, piştre şêniyan agirê Newrozê dadan û li derdora wê xelekên govendê gerandin.

(bb)

ANHA