Li Şêxmeqsûdê avahiyek bi ziarar hat hilweşandin

Piştî zêdetirî mehekê, hikumeta Şamê destûr da ku alaveke tenê ya hilweşandina avahiyên bi ziyan derbasî Şêxmeqsûdê bibe.

Li Şêxmeqsûdê avahiyek bi ziarar hat hilweşandin
Li Şêxmeqsûdê avahiyek bi ziarar hat hilweşandin
Li Şêxmeqsûdê avahiyek bi ziarar hat hilweşandin
Li Şêxmeqsûdê avahiyek bi ziarar hat hilweşandin
18 adar, 2023   15:57
HELEB

D encama erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû dabû û bandor li gelek deverên Sûriyeyê kir de bi dehhezaran kes bûn qurbanî û bi hezaran avahî hilweşiyan.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê  5 avahî hilweşiyan û pêwîstiya 12 avahiyên ku ji ber erdhejê bi zirar bûne bi hilweşînê hene. Her wiha 400 avahî bi zirar bûne.

Piştî zêdetirî mehekê, hikumeta Şamê vê sibehê destûra derbaskirina alaveke hilweşandinê da û avahiyek li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê hat hilweşandin.

Li gorî rêveberên Şaredariya Gel a Şêxmeqûsd û Eşrefiyê tenê beldozeke mezin derbas bû, ji bo parastina jiyana niştecihan dê di rojên bê de 12 avahiyên din werin hilweşaindin.

Ji 6 mehan ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ferz kiriye, nahêle sotemenî, derman, şîrên zarokan, ard û alavên giran derbas bibin.

(bb)

ANHA