​​​​​​​PDK destur neda lêkolînkirina kimyarabaranê lê dagirker birin cihê helîkopterê

QSD’ê duh (18) eşkere kir ku 9 şervanên wan li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bûne û ji PDK’ê xwest cenaze bên radestkirin. PDK’ê heta niha bersivek nedaye, lê hat gotin şandeyek dewleta Tirk a dagirker biriye ser xirbeyên helîkopterê. PDK’ê beriya niha nehiştibû ku şandeyên lêkolînkirina kîmyabaranê biçin herêmê. 

​​​​​​​PDK destur neda lêkolînkirina kimyarabaranê lê dagirker birin cihê helîkopterê
18 adar, 2023   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku roja 15’ê Adarê dema şervanên wan ên Yekîneyên Antîterorê bi armanca danustandinên têkildarî tecrubeyên têkoşîna dijî DAIŞ’ê diçûn bajarê Silêmaniyê, helîkoptera wan ketiye û 9 şervanên wan şehîd bûne. Di daxuyaniyê de bang li rayedarên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê hatibû kirin ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.

QSD’ê li pey daxuyaniyê nasnameyên 9 şervanên şehîd bûne jî eşkere kirin.

Piştî daxuyaniyê Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî û gelek derdorên din sersaxî ji QSD’ê xwest.

PDK’ê ŞANDEYA DEWELETA DAGIRKER A TIRKIYEYÊ BIR CIHÊ HELÎKOPTERÊ

Balkêş e ku heta niha ji bo ku cenazeyên şehîdan ji Başûr bînin Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê PDK’ê bersivek nedaye. Lê li gorî hinek çavkaniyên taybet, şandeyek dewleta dagirker a Tirkiyeyê biriye cihê ku helikopter ketiye. Derbarê hejmara endamên şandeyê, nasnameyên wan ên leşkerî, îstîxbarat û hwd. de agahiyên zelal nehatin dayîn, lê hat gotin ku li wan deran lêkolîn kirine. Çavkanî ragihand ku PDK û Tirkiye dixwazin mijarê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikar bînin. Tevî ku nasnameyên şehîdan hatine eşkerekirin û ji Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ne jî, helwldanek bi vî rengî dibe cihê gelek pirsan. Gelo ev şandeya dewleta dagirker ji ku derê hatiye, li gorî pîvan û peymanên navnetewî tiştek bi vî rengî çawa dibe? Li şuna ku Iraq lêkolîn bike, Tirkiye çawa diçe wir?

DESTÛRA ŞANDEYÊN LÊKOLÎNKIRINA KÎMYABARANÊ NEHATIBÛ DAYÎN

Balkêşe ku şandeyek dewleta Tirk a dagirker bi rehetî dikare li van deran bigere, lê destura şandeyên mirovî yên dixwazin sûcên dagirkeran lêkolîn bikin nayê dayîn. Derbarê êrîşên dewlet Tirkiye ya dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê de heta niha gelek dîmen, wêne û belgeyên din derketin holê. Li gorî van dîmen û belgeyan çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Her wiha HPG ji 2021’an ve rojane û mehane bîlançoyên van êrîşan eşkere dike û banga lêkolînkirinê li tevahiya hêzan kir. Li ser van bangan gelek parazvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl û derdorên cuda xwestin ku biçin Herêmên Parastina Medya û lêkolînê bikin. Lê PDK’ê destura wan neda. Şandeyên ku xwe gihadin Hewlêrê paşde vegerandin.

ÊRIŞÎ GERÎLA KIR CENAZEYÊN WAN NEDAN

Dema dewleta Tirk a dagirker sala 2021’an êrîşên ser Herêmên Parastina Medya zêde kirin, PDK’ê jî qadên gerîlayên HPG’ê dorpêç dikir. Her wiha li deverên wekî Xelîfan êrîşî yekîneyên gerîla yên diçûn erka xwe kirin û ew şehîd kirin (Tîrmeh-Tebax 2021). Piştî êrîşan HPG’ê nasnameyên gerîlayan eşkere û xwest ku cenaze werin radestkirin, lê PDK’ê cenaze nedan. Malbatên şehîdan ên li Rojava jî li Deriyê Sînor ê Sêmalka konê çalakiyê veda û xwestin ji bo wergirtina cenazeyan derbasî Başûr bibin, lê dîsa destur nehat dayîn.

DESTURA ALÎKARIYAN JÎ NEDABÛ

Piştî erdheja 6’ê Sibatê ku li Bakûrê Kurdistanê, Tirkiye û Suriyeyê bû sedema mirina bi deh hezaran kesan û hilweşandinan, tevahiya cîhanê alîkarî şandin. Dorpêça li ser Suriyeyê jî heta 6 mehan hat rakirin, lê PDK’ê helwesta xwe di vir de jî domand. Alîkarî di ser Tirkiyeyê ji bo çeteyên Efrîn û Idlıbê şandin, lê destur neda ku alîkarî derbasî Rojava û Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê bibe. Alîkariyên ji aliyê gelê Başûr ve hatibûn komkirin, hatin astengkirin.