Gotinên wî bûn soza rêhevalên wî

“Dijmin ancax pêl li cesedê me bike, dikare derbasî Efrînê bibe, heta ez sax im dijmin ê nekeve Efrînê”. Di salvegera 5’an a şehadeta Karker Êrîş de ev gotinên wî bûne soza rêhevalên wî.

Gotinên wî bûn soza rêhevalên wî
18 adar, 2023   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN - CANÊ XEMGÎN

Îro salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê ye. Êrîşên ku 20’ê çileya 2018’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibûn destpêkirin, roja 18’ê Adarê bi dagirkirina navenda Efrînê dom kirin. Warê dîrok û çandê hatibû dagirkirin, lê berxwedana wê jî rûpelek li dîrokê zêde kir. 58 rojan destanên lehengiyê hatin nivîsandin, li hemberî duyemîn artêşa mezin a NATO’yê deng da cîhanê. Lewma navê “Berxwedana Serdemê” lê hatiye kirin. Bêguman yên ku ev nav lê kirine jî lehengên ku pêşengiya wê dikirin bûn.

Yek ji van lehengan Dundar Bozan ango bi nasnavê xwe Karker Karker Êrîş e. Karker Êrîş wekî yek ji fermandarên berxwedanê 58 rojan destan nivîsandin. Bi têkoşîna xwe ya salên dirêj lehengiyên bê hejmar nîşan dabûn û herdu lingên xwe winda kiribûn, lewma li Efrînê jê re digotin, “Karkarê Gazî”. Heta dawiyê jî wekî nav û têkoşîna xwe tevgeriya. Di saetên destpêkê yên roja 58’an a berxwedanê, yanî 18’ê Adara 2018’an şehîd bû.

10 SALÊN JI BO EFRÎNÊ

Dundar Bozan (Karker Êrîş) di 1975’an de li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, lewma hîn di salên 1990’an de tevgera azadiyê nas dike, cihê xwe di nava refên wê de digire. Sala 1996’an tê Rojavayê Kurdistanê û li Efrînê xebatên civakî dide meşandin. Her wiha li bajarê Helebê xebatên rêxistinkirina gel dimeşîne. Heta 1999’an, ango heta komploya navnewetî ya 15’ê Sibatê li van deran xebat dimeşîne, ji aliyê piraniya gel ve tê naskirin û heskirin. Dema pêvajoya Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) destpê kir jî, careke din vegeriya û ji cihê lê mabû berdewam kir. Heta roja şehadeta xwe jî wekî fermandarek YPG’ê li Efrînê têkoşiya.

Di salvegera 5’an a şehadeta Karker Êrîş de, hevalê wî Karker Efrîn behsa têkoşîn û kesayeta wî kir.

‘ÇAVKANIYA MORALÊ BÛ’

Karker Efrîn bi gotinên, “Bi pewerdekirina mirovan kêfxweş dibû” dest bi gotinên xwe kir û têkildarî rêhevalê xwe ev agahî parve kirin: “Kesayet xwedî disiplîna leşkerî bû, aliyê wî yê civakî gelekî li pêş bû. Lewma herkes pir ciddî nêzîk dibû. Xwe dida guhdarkirin. Bi şev û roj nedisekinî, di nava xebatê de bû. Li Heleb û Efrînê girîngiyek mezin dida dostên xwe, diçû serdana wan. Girîngiyek mezin dida civakê, nêrîn û rexneyên gel guhdar dikirin û li gorî wê tevdigeriya. Bi zarokan re zarok, ciwanan re ciwan, bi pîr û kalan re jî wek wan bû . Hebûna wî çavkaniya moral û manewiyatê bû.”

AVAKIRINA ZEMÎNA RÊYA BERXWEDAN Û SERKEFTINÊ

Ş. Karker Erîş di havîna 2012’an wekî Fermandarê Eyaletê diçe Efrînê. Karker Efrîn jî wê demê wî nas dike û dikeve bin bandorê. Karker Efrîn  dibêje Ş. Karker Êrîş ji bilî birêxistinkirina hêzên leşkerî û civakî, bi akademiyan û perwerdeyê re jî rasterast eleqedar bûye. Li akademî, tabûr, tûgayên leşkerî perwerdeyê dide, amadekariyên şer dike, li aliyê din jî li gund, navçe û bajêr xebatên gel dimeşîne, civînan lidar dixe.

ŞER Û ÊRÎŞÊN 2013`AN

Di 2013`an de komên çeteyan êrişî Efrînê dikin û dixwazin hin cihan dagir bikin. Bi taybet li Qestel Cindo (Girê Qestelê-Çiyayê Parsa Xatûn), Cindirêsê û Şêrawayê şerekî giran rû dide. Fermandar Karker bi şervanên xwe re van êrîşan têk dibe. Karker Efrîn wiha qala wê pêvajoyê dike: “Hevalê Karker şer kordîne dikir; yek bi yek li şervanan digeriya, rewşa wan dipirsî, moral dida, rolek pir girîng lîst.”

HEMLEYA ŞEHBAYÊ

Sala 2016`an ji bo ku herêmên Şehbayê ji çeteyan werin rizgarkirin, pêngav hatin destpêkirin. Karker Êrîş di wê hemleyê de jî cih digire û di rizgarkirina herêman de rolek mezin dilîze. Karker Efrîn ku ew jî wê demê yek ji fermandarên YPG’ê yên Şehbayê bû, ew roj wiha bibîr xistin: “Hevalê Karker nêzî salekê fermandarê Eyaleta Efrînê bû. Hem hêzên li Efrînê pewerde dikirin, hem jî hêzên teqwiye dişandin Şehbayê. Şervanên ku hevalê Karker şandibûn, di eniyên pêş de cîh girtin û pêşengî dikirin. Cihê ku h. Karker lê bûya, cidiyet, rêxistin, rihê hevaltiyê, bêhna şoreşgeriyê hebû. Hevalekî gazî bû, lê ruxmî birîndariya xwe jî, bi ruhê ciwanan tevdigeriya.”

DESTANA SERDEMÊ

5 roj beriya destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 20’ê çileya 2018’an, ango 15’ê Çileyê vesaziya Ş. Karker çêdibe û diçe herêma Cizîrê. Beriya derkeve li ser hemû cebhe, foc, tûgayan digere, xatir dixwaze, wêneyan bi şervanan re digire. Lê dema êrîşên ser Efrînê destpê dikin, dibêje, “Bi salan li Efrînê mam, îro êriş li ser wê hene, ez dikarim li wir gelek tiştan bikim” û li ser israra xwe di hefteya destpêkê ya şer de vedigere Efrînê.

“Derketin û vegera hevalê Karker a Efrînê hemû 12 roj bûn”. Karker Efrîn bi van gotinan behsa israra rêhevalê xwe kir û wiha dom kir: “Dema hat di koordîneya şer de cih girt. Bi ekîba xwe re li Cindirês, Raco, Mabeta, Şera û navenda Efrînê dest bi amadekariyan kir. Dema şer gihîşt derdora bajêr, H. Karker wek koordîneya şer di nava Efrnê de berpirsiyariyek mezin girt ser xwe. Mirov sekna wî di şer de çawa îzah bike jî têrî nake.”

PLANA ÇALAKIYA FEDAÎ

Gotinên Ş. Karker ên wekî, “Efrîn bajarê Kurdistanê yê herî welatparêz e, dijmin ancax pêl li cesedê me bike, dikare derbasî Efrînê bibe, wekî din wê ketina Efrînê tune be. Heta ez sax im dijmin ê nekeve Efrînê” sedema pênaseyên ji bo tên kirin nîşan didin.

Rêhevalê wî Karker Efrînê, ew roj wiha vegotin: “Wê demê dijmin ji milê Cindirêsê û Şera ve hat. Tenê korîdorek di destê me de mabû.  Heval li Çiyayê Hawarê, navçeya Mabeta û nêzî Bilbilê hebûn. Dijmin ji du milan ve xwe nêz kir (deşta Cindirêsê û Şera) û tenê korîdorek teng hişt. Çend rojan êriş nekirin. Wê demê biryara xwe paşdekişandinê derket. Piranî heval derketin, tevlîheviyek çêbû. Derketina ji bajar pir rihet nîn bû. Hevalê Kareker got 'ez dernakevim, çi dibe bila bibe, ez ê li vir şer bikim. Ez ê nehêlim dijmin bikeve Efrînê, ez sax bim, dijmin ê nekeve Efrînê'. Yelekê tije bombe amade dike, seyareya xwe jî tije teqemî dike û plansaziya çalakiya fedaî dike. Şeva 18`ê Adarê, hin heval birîndar bibûn, hevalê Karker bi hawara wan çû. Êrişên dijmin dijwar bûn, li navenda bajar komkujî çêdibû, balafir ji asîmanan kêm nebûn, heta hingê jî hevalê Karker birîndar derdixistin, lê ew ma.”

‘15 DEQEYAN BERIYA ŞEHADETÊ PÊRE AXIVÎM’

Karker Efrînê destnîşan kir ku 15 deqeyan beriya beriya şehadeta Karker Êrîş bi wî re axiviye û wiha dom kir: “Ez derdora saet 23.50’yan de bi telefonê pê re axivîm. Piştre êdî me nekarî xwe bigihînin wî. Me pirs kir, hevalan gotin ku saet derdora 00.5-6’an, ango kêliyên destpêka roja 18’ê Adarê, balafirek keşfê ya bi çek, li seyareya hevalê Karker xistiye. Hevalan çend caran xwestin xwe bigihînin û rizgar bikin, lê balafiran bombebaran didomand, seyare jî tijî teqemenî bû, lewma diteqiya. Heval Karker wisa şehîd bû.”

WARÊ KARKARAN JI DAGIRKERAN RE NAMÎNE

Karker Efrîn destnîşan kir ku ewê bîranîna rêhevalê xwe bidin jiyandin gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Heval Karker bûye bi hezaran kes, civak navê Karker li zarokên xwe dike. Wek rêhevalên wî deyne me ji miletê Efrînê re heye ku ji dagirekran rizgar bikin. Vegotina H. Karker, vegotina Efrînê ye. Hemû fermandarên û şervanên şehîd ên Berxwedana Serdemên bi bîr tînim. Soza me ew e ku wê warê Karkeran, Avesteyan, Barînan, Sînanan ji dagirkeran re nemîne. Em ê tola wan hilînin.”

ANHA