​​​​​​​Welatiyên Lubnanê koçberiyê red dikin

Bêguman rewşa aborî ya niha ya li Lubnanê pir xerab e û rê li ber gelek welatiyan vedike ku ji Lubnanê derkevin, lê gelek welatiyên din jî biryara berxwedanê û redkirina penaberiyê da, bi hêvî ne ku bikarin bi vê yekê welakê xwe vegerin wekî berê û pêşerojeke xweş ji xwe re mîsoger bikin.

​​​​​​​Welatiyên Lubnanê koçberiyê red dikin
18 adar, 2023   00:48
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALE

Ji bo her welatiyekî lubnanî erk û berpirsiyarî hene, ji ber vê jî gengaziya ku biryara derketine ji Lubnanê bide zêde ye.

Ji bo vê yekê bi hezaran welatiyan dev ji welatê xwe berdane. Yên derketine jî bi dilê xwe derketin an ku ji ber berpirsiyarî û erkên ku ji wan tên xwestin derketine. Lê belê li hember wan gelek welatî hene tevî ku berê li derveyî Lubnanê bûn û ji çend salan ve vegeriyane, dîsa jî derketina ji Lubnanê di vê rewşê de bi temamî red dikin.

Welatiya bi navê Emêlî Xûrî ji ajansa me re destnîşan kir ku hin hêzên derve û yên hundir hewl didin wan neçarî koçberiyê bikin û got: "Nikarin, welatê me hewcedarê keç û xortên me ye.ʹʹ

Emêlî Xûrî diyar kir ku ew ji zanîngehê derçûye û derfeta derketina ji Lubnanê li pêşiya wê vekirî ye, lê biryar da ku bimîne, ji ber ku bi nêrîna wê, welat hêjayî fedakariyê ye.

Emêlî Xûrî wiha wiha axaftina xwe domand: "Ew kesên ku xwe diavêjin deryayan da ku derkevin dikarin her karekî bikin, nexasim ku gelek sazî hene alîkariya peydakirina derfetên kar ji bo welatiyan dikin. Li şûna ku jiyana xwe û ya zarokên xwe dide ber metirsiya mirinê dikarin daxwaza kar pêşkêşî dewletên erebî bikin û biçin wir."

Bijîşkê rewşa awarte yê nexweşxaneyeke li parêzgeha Cenûb Semîh Beydûn tevî rewşa zehmet mayîna li Lubnanê hilbijartiye. Dr. Semîh Beydûn got: "Zehmetiyên herî mezin li pêşiya ekîbên bijîşkî hene. Piştî belavbûna nexweşiyan ji ber tunebûna rêbazên parastina tenduristiyê em zehmetiyan dikişînin."

Beydûn anî ziman ku ji piraniya bijîşkan gelek erk û deynên mezin tên xwestin û got: ʹʹRast e bijîşk pereyan baş qezenc dikin lê di heman demê de gelek tişt ji wan tên xwestin ku barê wan giran dike."

Di dawiya axaftina xwe de Beydûn got: "Ez nexweşên xwe wek malbata xwe dibînim. Ji bo min girîng e ku ez xizmeta civaka xwe bikim. Hêviya me ew e ku ev zehmetî bi dawî bibin."

(mh)

ANHA