Pêşbirka hilbijartinên Tirkiye û Bakur destpê kir: Dîktatorî yan demokrasî

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê îro destpê kir. Piştî 20 salên desthilatdariya AKP’ê ku her tişt bi yek kesî ve hatiye girêdan, hemû azadî û maf hatine qedexekirin, ev hilbijartin wekî “referandumek dîrokî ji bo demokrasiyê yan jî domandina dîktatoriyê” tê nirxandin. 

Pêşbirka hilbijartinên Tirkiye û Bakur destpê kir: Dîktatorî yan demokrasî
18 adar, 2023   01:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 14’yê Gulanê de wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê (dema 28’emîn) bên pêkanîn.

Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê, îro wê partiyên siyasî protokolên xwe yên têkildarî tifaqan pêşkêşî Lijneyê bikin û pêvajo bi awayekî fermî wê destpê bike.

HILBIJARTINA SEROKOMARIYÊ

Di vê çarçoveyê de ji bo serokomariyê wê serlêdanên namzetan 19’ê Adarê destpê bikin û 25’ê Adarê bidawî bibin. Piştî ku Lijneya hilbijartinê serlêdan qebûl kirin, wê 30’ê Adarê lîsteya namzetan di Rojnameya Fermî de were weşandin û mafê îtîrazê destpê bike. Yên ku dijî namzetan dixwazin îtîraz bikin, wê karibin heta 31’ê Adarê saet 17.00’an serî li Lijneya Hilbijartinê bidin. Lijneya Hilbijartinê heta 2’yê Nîsanê wê îtîrazan binirxîne û lîsteya dawî ya namzetan bide Rojnameya Fermî. 

Piştî ku namzet diyar bûn, êdî dema propagandayê wê destpê bike, yanî ji 2’yê Nîsanê ve namzet wê karibin li herêman propagandaya xwe bikin. 

Piştî ku Lijneya Li gorî yasayên Tirkiyeyê serokomar piştî hilbijartinên parlamentoyê, ji nava parlamentoyê dihat diyarkirin. Lê di sala 2007’an de makezagon hat guhertin û li gorî yasaya nû, êdî serokomar ji aliyê gel ve her 5 salan carekê bi hilbijartinê tê diyarkirin. Ji bo serokomariyê kesek ji nava parlamentoyê yan jî derveyî parlamentoyê dikare wekî namzet bê nîşandan. Lê ji bo vê yekê pêwîste 20 parlamenter bi awayekî nivîskî wî/ê kesî/ê namzet nîşan bidin. Partiyek siyasî ku di hilbijartina dawî de ji sedî 10 û zêdetir deng wergirtine jî dikare namzet nîşan bide. Lê eger partiyek derveyî parlamentoyê yan jî hinek dedorên din jî bixwazin namzeten serokomariyê nîşan bidin, pêwîste herî kêm 100 hezar îmzeyan kom bikin û bidin Lijndeya Hilbijartinê. Ji bo ku kesek karibe bibe namzetê serokomariyê pêwîste 40 salî yan jî zêdetir be, zanîngeh xwendibe, welatiyê Tirkiyeyê û xwedî wesfên bijartinê be. Li gorî madeya 101’an a makezagona Tirkiyeyê kesek ji 2 serdeman zêdetir nikare bibe serokomar.

Di rewşa niha de AKP û MHP’ê Recep Tayyip Erdogan wekî namzet nîşan daye. Erdogan ev 2 serdem e serokomariyê dike, lewma hinek hiqûqnas dibêjin, li gorî yasayan nikare bibe namzet. Lê AKP/MHP’yî jî dibêjin ku piştî guhertina yasayê Erdogan carekê bûye serokomar, serdema beriya wê dikeve çarçoveya yasaya berê û tu astengiyek nîn e.

Partiyên muxalifên AKP/MHP’ê (maseya 6 alî, 6 partî) jî Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu namzet nîşan daye. Hinek derdorên din ên neteweperest jî navên namzetên xwe diyar kirine.  

 HILBIJARTINA PARLAMENTERAN

Ji bo namzetiya parlanteran jî dema serlêdanê 23’yê Adarê wê destpê bike û partiyên siyasî lîsteyên namzetiyê pêşkêş bikin. Li gorî yasaya hilbijartinê ku sala 2017’an hat guhertin, partiyên siyasî dikarin tifaqê çêbikin û bi hevre bikevin hilbijartinê. Li gorî yasayê partiyên siyasî wê îro protokolên tifaqê pêşkêş bikin.  Partiyên nava tifaqan de heta 7’ê Nîsanê wê karibin xwe ji tifaqê vekişînin û heta êvariya 8’ê Nîsanê agahî bidin lijneya hilbijartinê.

Lijneya Hilbijartinê wê 9’ê nîsanê cihê partiyên siyasî yên di pusulayên hilbijartinê de bi kurayê diyar bike. 10’ê Nîsanê partiyên siyasî û namzetên serbixwe wê belgeyên xwê yên ku nîşan didin wê li kîjan herêman bikevin hilbijartinan, pêşkêşî Lijneya Hilbijartinê bikin. 11 Nîsanê wê lîsteyên hilbijêran (wê kî li ku derê û kengî denge xwe bikar bîne) bên diyarkirin û bi riya înternetê bên belavkirin. Heta 14’yê Nîsanê pêwîste partiyên siyasî û namzetên serbixwe belgeyên xwe yên kêm temam bikin. 15’ê Nîsanê wê lîsteya namzetan bê eşkerekirin û dema îtîrazan destpê bike. İtiraz heta 16’ê Nîsanê bidawî bibin û saet 23.59’an lîsteya dawî bê eşkerekirin.

19’ê Nîsanê wê kaxizên bikaranîn dengan li welatiyan bên belavkirin. 27’ê Nîsanê welatiyên li derveyî welat wê li deriyên sînor dengên xwe bikar bînin. 28’ê Nîsanê wê cihên mitîngan werin diyarkirin û ji namzetên serokomariyê û parlamenteriyê re bên ragihandin. 3’yê Gulanê wê ji bo namzetên serokomariyê û partiyên siyasî dîrokên propagandayên radyo û Tv’yan werin diyarkirin; 7’ê Gulanê jî wê propaganda di radyo û Tv’yan de destpê bike.  9’ê Gulanê wê dengdayîna li derveyî welat bidawî bibe. 13’yê Gulanê wê propagandaya hilbijartinê bidawî bibe. 14’yê Gulanê wê li Bakur û Tirkiyeyê deng werin bikaranîn û bi şev jî encamên hîn nehatine erêkirin werin eşkerekirin.

SEDÎ 51

Ji bo ku namzetek bibe serokomar pêwîste ji dengan herî kêm serî 51 bidest bixe. Eger di tura yekem de ev rêje neyê bidestxistin, wê 28’ê Gulanê tura duyemîn pêk were. Di tura duyemîn de 2 namzetên herî zêde deng wergirtine wê bikevin pêşbirkê. Encamên hilbijartinê yên destpêkê 29’ê Nîsanê, yên teyîtkirî jî 2’yê Hezîranê wê bên eşkerekirin.

BENDA HILBIJARTINÊ

Li gorî yasaya hilbijartinê, ji bo ku partiyek siyasî karibe bikeve hilbijartinê, pêwîste di nava 81 bajarên Bakur û Tirkiyeyê herî kêm li 41 bajaran rêxistinbûna xwe temam kiribe û herî kêm 6 mehan beriya hilbijartinan kongreya xwe ya navendî pêk anî be. Li gorî yasaya hilbijartinê ya berê ji bo ku partiyek siyasî karibe bikeve parlamentoyê pêwîst bû ji tevahiya dengên hatine bikaranîn, sedî 10 deng bigirtana. Eger ev bend nehatiba derbaskirin, dengên wê partiyê li ser partiya yekemîn û yên din dihatin parvekirin. Yanî partiyeke ku qet heq nekiribe jî, dikarîbû hemû parlamenterên partiyên di bin bendê de mane, bidest bixe. Ev yasa di sala 2022’yan de hat guhertin û benda hilbijartinê wekî ji sedî 7 hat diyarkirin.

ERKDARÊN SINDOQAN

Lijneya Hilbijartinê li hemû bajar, navçe, bajarok û gundan navendên ku dê deng werin bikaranîn diyar dike. Ji bo her navendekê jî serokek û erkdarên lijneya sindoqan diyar dike. Serokê/a lijneya sindoqan ji nava memûrên dewletê tê diyarkirin. Erkdarên din ji nava partiyên ku mafê wan ê ketina hilbijartinê heye û 5 partiyên ku li wî bajarî di hilbijartina herî dawî herî zêde deng wergirtine tên diyarkirin. Ev lijne ji pergala bikaranîna dengan, parastina nizama roja hilbijartinê berpirsyar e. Dema dengdayîn bidawî bû jî sindoqan vedike, dengan di hejmêr e û girtekan digire. Nûnerên hemû partiyan kopiyek girtekan digirin, piştre jî dengên hatine hejmartin rasdestî saziya hilbijartinê ya bajar an jî navçeyê tên kirin. Roja hilbijartinê her wiha mafê partiyên siyasî û namzetên serbixwe heye ku çavdêran erkdar bikin, lê çavdêr nikarin mudaxeleyî tiştekî bikin, tenê dikarin gilî bikin.

GIRÎNGIYA VÊ HILBIJARTINÊ ÇIYE?

Hilbijartinên serokomariyê parlamentoyê ji 2 aliyan ve girîng tên dîtin. Li aliyekê AKP ve 20 sale li desthilatdariyê ye; di vê demê de MHP ya nîjadperest jî girt cem xwe û sîstemek ku hemû biryar ji aliyê yek kesî (serokomar) ve tên dayîn ava kir. Di guhertina makezagonê ku 2007’an bi referandumê hat qebûlkirin de, pergala Tirkiyeyê ya parlamenteriyê hat guhertin û wekî sîstema serokatiyê hat qebûlkirin. Li gorî yasayê tu girîngiyek parlamentoyê nema û serokomar dibe her tiştek. Bi vê pergalê re li welat hemû maf û azadî hatin qedexekirin, dengên muxalîf hatin birin. Kuştin, girtin, îşkence, tacîz, tecawîz, dizî, talan, feqîrî, qirkirina xwezayê derket asta herî jor. Yên ku rexneya herî biçûk dikin jî hatin cezakirin. Gelek derdor vê pergalê wekî dîktatoriyê pênase dikin. Lewma gelek derdorên çep, rastgir û îslamî ketin nava lêgerînê ku sîstema parlamenteriyê paşve bînin. Ji bo vê yekê 6 partiyên wekî CHP, İyi Partî, Saadet, DEVA, Adalet, Gelecek tifaq çêkir û Kemal Kiliçdaroğlu kirin namzet. Hilbijartinê jî wekî referandumê dinirxînin.

Li aliyê din hêzên demokrat û azadîxwaz ku HDP pêşengiya wan dike jî, pêvajoyê ji bo demokratîk kirinê wekî gavek têkoşînê dibinin. Ew jî pêvajoya 20 salan wekî pargalek faşîst û dîktator pênase dikin û diyar dikin ku têkoşîna hevpar a azadiyê wê karibe welat ji hemû qirêjiyan rizgar bike, dawî li şer, dagirkerî, înkara Kurd bîne. Lewma Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirin. Ev alî jî girîngiyê dide têkoşîna hevpar a dijî AKP/MHP’ê. Lewma diyar dikin ku ji gotubêjên bi hemû aliyan re vekirî ne. Çav li rê bû ku namzetê/a xwe ya serokomariyê eşkere bikin, lê dema Kemal Kiliçdaroglu wek namzet hat eşkerekirin, wan jî gotin ku ewê rewşê binirxînin. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar got ku ew dixwazin bi Kiliçdaroglu re rewşê binirxînin û ew vexwend navenda HDP’ê. Kiliçdaroglu jî got ku ewê biçe serdanê. Di rojên pêş de wê ev hevdîtin pêk were.

AKP/MHP’ê jî partiyên wekî HUDAPAR ku temsîla Hîzbullah Tirkiyeyê dike û salên 90’an dijî hevaltiyan hovîtiya herî mezin kiribû, xistin nava tifaqa xwe.

Hemû aliyên dijî AKP/MHP’ê hedef dikin ku hem serokomariyê qezenç bikin, hem jî di parlamentoya ji 600 parlanteran pêk tê de hejmara zêde bidest bixin.

Di erdhej û lehiya dawî de, pêkanîn û rastiya desthilata AKP/MHP’ê baştir hat dîtin, hêrsa gel bilind bû. Lewma hilbijartin wekî referandumê tên dîtin û ji derve jî bi baldarî tên şopandin. 

ANHA