​​​​​​​Birîna ku ev  5 sal in nehatiye pêçandin: Efrîn

Li dijî Efrînê êrişên herî dijwar hatin pêkanîn, şêniyên wê bi darê zorê hatin koçberkirin, hemû taybetmendiyên dîrokî, çandî, zimanî û civakî yên Efrînê hatin guhertin û kesên biyanî lê hatin bicihkirin.

​​​​​​​Birîna ku ev  5 sal in nehatiye pêçandin: Efrîn
17 adar, 2023   23:36
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Piştî dagirkirina kantona Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de, dewleta Tirk a dagirker sûcên revandin, kuştin, talankirina mal û milkê şêniyan û ferzkirina baceyan meşand da ku şêniyên mayî bitirsîne û wan neçarî koçberiyê bike. Paşê jî dest bi guhertina demgorafiyaya kantonê kir da ku mîna Lîwa Îskenderon hebûna xwe li kantonê mayînde bike.

Di vê raporê de em ê balê bikişînin ser sûc û siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî.

690 SIVÎL HATIN QETILKIRIN, 8 HEZAR Û 334 JÎ HATIN REVANDIN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji 2018ʹan heta 2023'yan ve, dewleta Tirk a dagirker nêzî 8 hezar û 334 sivîl revandine, di nav de zêdetirî 430 jin, 153 zarok hene. Her wiha di nav de 95 jin û bi dehan zarok, bi giştî 690 welatî qetil kirine.

Li rex van sûcan jî, hêzên dagirker polîtîkayên tirkkirinê li Efrînê ferz dikin.

Di rojên pêşîn ên dagirkirinê de, çeteyên dewleta Tirk peykerê Kawayê Hesinkar ê sembola gelê Kurd e rûxand. Dagirekran navê qada Azadî  kir qada Ataturk, navê çerxerêya Newroz  kir çerxerêya Selahedîn, navê çexerêya Wetenî  kir çerxerêya 18'ê Adarê. Her wiha navê  çerxerêya Kawayê Hesinkar kir çerxerêya Xusin El Zeytûn, navê gundê Qestela Miqdêd  kir Selcûq Obasî, navê gundê Kotana  kir Zafir Obasî û navê gundê Kurzêlê  kir Cafer Obasî. Di heman demê de navên osmanî dan deverên dîrokî. Tevî van kiryaran jî dewleta Tirk a dagirker li şêniyan ferz kir ku nasnameya tirkî derxin bi pereyên tirkî bi kar bînin.

TIRKKIRINA HIŞMENDIYÊ

Dewleta Tirk meteryalên perwerdeyê yên li gorî hişmendiya xwe derbasî dibistanan Efrînê kirin da ku fikrê xwe di mejiyê zarokan de bide rûniştandin, her wiha al û sembolên tirkî li dibistan û deverên giştî daliqandin.

QIRKIRINA XWEZAYÊ

Heta xweza jî ji qirêjî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêpar neman. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 31 hezar û 800 dar birîne. Ji 33 hezar hektar ê rûbera çandiniyê zêdetirî 11 hezar hektar û 10 hezar darên daristanî şewitandin û avahiyên mêtingeriyê li şûna wê ava kirin.

DEMOGRAFÎ

Piştî dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê, malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û bermayiyên çeteyên DAIŞ’ê û hin çeteyên din ên  filistînî û turkmenî li Efrînê hatin bicihkirin. Li gorî daneyan, rêjeya tirkmenên ku dewleta Tirk a dagirker wan li Efrînê bi cih kirine ji sedî 30ʹî ye û rêjeya Filistîniyan ji sedî 5.

22 MÊTINGEH

Ji bo mayîndekirina dagirkeriyê, dewleta Tirk a dagirker heta niha 22 mêtingeh li Efrînê  ava kirine. Ev mêtingeh bi alîkariya rêxistinên kiwêtî û qeterî di bin navê "rêxistinên mirovî" de hatin avakirin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku li navçeya Bilbilê 7 mêtingeh ji bo bicihkirina malbatên biyanî yên ji deverên cuda yên ji Sûriyeyê, hatin avakirin.

Di Îlona 2022'yan de jî rêxistina "El Eyadî El Beyda" bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker gundekî mêtingeriyê bi navê Cebel Şêx Mihemed li bakurê rojavayê gundê Kefirsefrê yê Cindirêsê ava kir, da ku malbatên filistînî yên ku ji derdora Şamê hatine lê bi cih bike.

Komeleya "Ecnadîn" a filistînî di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên Cindirêsê de avahiyên mêtingeriyê ava kirin. Di 4ʹê Çileya 2023ʹyan de 200 malbatên çeteyan li van avahiyan hatin bicihkirin. Çavkaniyên xwecih da zanîn ku li gundê Maratê yê rojavayê navenda bajarê Efrînê projeya avakirina avahiyên din ji aliyê komeleya "El Eyş Bî Kerame" ya Îxwanî ya Filistînî ve dewam dike.

PIŞTÎ FELAKETA ERDHEJÊ

Piştî erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de jî, dewleta Tirk a dagirker xebatên xwe yên guhertina demografiya herêmê zêde kirin. Dewleta Tirk kon ji şêniyên mexdûr re vegirtin û gundên zirardîtî vala kirin. Di vê dawiyê de meclisa xwecih a girêdayî dagirkeran bi fermana dewleta Tirk a dagirker bi sedan kon li derdora navenda bajarê Efrînê vegirtin.

68 CIHÊN DÎROKÎ HATIN WÊRANKIRIN

Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 5 salên dagirkirinê de bêhtirî 68 deverên dîrokî talan kirine. Yek ji cihên hatine wêrankirin, Keleha Nebî Hûrî ya 45 km dikeve bakurê navenda bajarê Efrînê ye. Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker devera Eyn Dara ya dîrokî bi temamî wêran kir û veguhestin qada perwerdeya leşkerî.

Ev agahiyên belgekirî beşek biçûk ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ye.

 (mh)

ANHA