Kesên nenas êrişî navenda Muxaberata Leşkerî ya hikumeta Şamê kir

Kesên nenas êrişî navenda Muxaberata Leşkerî ya hikumeta Şamê ya li Humisê kir. Di encamê de kesek birîndar bû.

Kesên nenas êrişî navenda Muxaberata Leşkerî ya hikumeta Şamê kir
17 adar, 2023   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku serê vê sibehê çekdarên nenas bi çekan êrişî navenda Muxaberata Leşkerî ya li bajarê Telbîsê yê nêzî rêya Humis-Hemayê kir.

Di encama êrişê de nobedarekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû û çekdarên nenas ber bi bajarê Ristenê ve reviyan.

(fr)