Dewleta Îranê 6 kesên din bi dar ve kirin

Dewleta Îranê li girtîgeha Urmiyeyê 6 girtiyên din bi dar ve kirin ku yek ji wan jin e.

Dewleta Îranê 6 kesên din bi dar ve kirin
17 adar, 2023   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku danê sibehê girtiyên bi navê Fruher Ebas Nejadî (40) ê ji gundê Goçarî Tirgewerê, Cehanbexş Radloyî ji gundê Qoqçeqel ê navçeya Soma, Selîm Eyubiyan (37) ji gundê Miwanay ê navçeya Mergewerê, Yasîn Reîşîdî ji gundê Kelor û Husen Umerê bi sûcdariya bazirganiya madeyên hişbir, hatin darvekirin.

Her wiha rêxistinê ragihand ku jina bi navê Nesrîn Niyazî ya ji Kerecê bi 5 girtiyên din re hatiye darvekirin.

Her wiha 7 girtiyên din jî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, ji bo hucreyên yekkesî hatine veguhastin.

Li gorî çavkaniyan di nava 3 rojan de 13 girtî li girtîgeha Urmiyeyê hatine darvekirin.