Malbatan ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbata girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdan kir
17 adar, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêber Abdullah Ocalan e û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi heman daxwazê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan

2 sal in ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayên stendin.