​​​​​​​HRE: Hewldana çeteyan hate têkbirin

HRE’yê da zanîn ku duh komeke çeteyan hewl daye êrişî gundê Til Enab ê Şehbayê bikin lê di encama bersiva hêzên wan de êrişa çeteyan hatiye têkbirin û kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.

​​​​​​​HRE: Hewldana çeteyan hate têkbirin
16 adar, 2023   12:00
NAVENA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

“Di 15’ê Adarê de, êvarê seat 07:15’an komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl da êrişî gundê Til Anab ê herêma Şehbayê bikin. Hêzên me bersiv da û hewldana êrişê têk bir. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”

Hêzên Rizgariya Efrînê