Şêniyên Hesekê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn

Şêniyên Hesekê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê di salvegera 35′an de bi bîr anîn û got ev komkujî xelekeke sûcên qetilkirin, koçberkirin û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd e.

Şêniyên Hesekê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn
16 adar, 2023   12:20
HESEKÊ

16′ê Adarê, salvegera 35′an a Komkujiya Helebceyê ye ku di encamê de nêzî 5 hezar Kurd di 1998′an de bi destê rejîma Sedam Huseyîn hatin qetilkirin.

Bi boneya salvegera komkujiyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hola Reşo ya li Hesekê civînek li dar xist.

Di civînê de bi sedan şêniyên Hesekê, endamên sazî û navendên sivîl ên bajêr amade bûn.

Di civînê de hevseroka PYD′ê ya Hesekê Yusra Ilyas şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn û got roja 16′ê Adarê ji bo tevahî gelên Kurdistanê rojeke reş e. Yusra îşaret bi komkujiya Helebceyê kir û got: "Komkujiya Helebceyê di çarçoveya plana qirkirina Kurdistanê bi destê rejîma Iraqê û bikaranîna çekên kîmyewî pêk hat."

Yusra wiha domand: "Komkujiya Helebceyê xelekeke rêzesûcên qetilkirin, koçberkirin û qirkirina li dijî gelê Kurd ji hêla rejîmên dîktator ên Kurdistanê dagir kirine.”

Yusra da zanîn ku rejîmên kapîtalîst bi rêya parçekirina Kurdistanê hewl da erdnîgariya Rojhilata Navîn kontrol bikin û sûcên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

(fr)

ANHA