Tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li hember lehiyan kamp parastin

Tedbîrên Rêveberiya Xweser li hember lehiyan ji bo kampên koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtine, hişt ku zirar negihêje kampan.

Tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li hember lehiyan kamp parastin
Tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li hember lehiyan kamp parastin
Tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li hember lehiyan kamp parastin
Tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li hember lehiyan kamp parastin
Tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li hember lehiyan kamp parastin
16 adar, 2023   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh baraneke zêde tevî bayekî gur bariya, di encamê de lehî li piranî herêman çêbûn, bi taybet li Reqa û Dêrazorê. Bi wê re rêya di navbera Hesekê û Reqayê de ji xizmetê derket, pira El Şahir a di navbera Cidêdat û Ehwes a herêma Kerame ya rojhilatê Reqayê de ku dikeve ser rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de, hilweşiya.

Ji bo şopandina kampan, nûçegihanê me da zanîn ku barana dawî tu zirar bi kampan nekir, tenê zirarên mîna dilopkirina konan çêbûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15 kamp û bi dehan kampên nebirêxistinkirî hene, ji wan 6 li herêma Cizîrê ne û tê de gelek koçberan heye. Ew kamp jî, Hol, Erîşa, Roj, Newroz, Serêkaniyê û Waşûkanî ne, her wiha 5 kamp li kantona Şehbayê ne; Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehba.

Ji wê zêdetir jî Kampa Koçberên Girê Spî li bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê, kampa Mehmûdlî li Tebqa, du kampên taybet bi koçberên gundewarên Heleb û Idlibê li Minbicê ne.

Li gorî nûçegihanê me, tedbîrên bi damezrandina her kampekê re hatine girtin û ji bo pêşwazîkirina zivistanê ku Rêveberiya Xweser li ser wan disekine, hişt ku zirar bi koçberên li kampê nebin.

Rêveberiya Xweser di xizmetkirin û alîkariya wan kampan de digel paşguhkirina komele û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin, barekî mezin hildigire.

(fr)

ANHA