Xizmên qurbaniyên Helebce beşdarî merasîma bîranînê nebûn

Xizmên qurbaniyên komkujiya Helebceyê bêyî ku tevlî merasîman bibin, şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kir ku li şûna merasîman bila hikûmet birînên wan bipêçin û xizmetê ji bajêr re bike.

Xizmên qurbaniyên Helebce beşdarî merasîma bîranînê nebûn
16 adar, 2023   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, îro li Helebce ji aliyê hikûmeta Herêmê ve ji bo bîranîna komkujiya Helebceyê merasîm hat lidarxistin. Lê hejmarek zêde ya welatiyan tevlî merasîma hikûmetê nebûn, serdana goristana şehîdên Helebce kirin û  kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Jinek ji xelkê Helebce ku nexwest navê xwe bêje, di dema serdana goristana şehîdên Helebceyê de axivî û got: “Merasîm ne ji bo me ye, bila ji bo me xizmetguzarî werin kirin. Bila li şûna van merasîman xizmeta ciwanên me were kirin û xizmet ji kesûkarên şehîdan re were kirin. Bila xizmetguzarî ji bajêr re were kirin.”

Wê jinê got: “Ev merasîm salane tên lidarxistin û birînên me cardin vedikin, ti sudek wan ji bo xelkê bajêr û kesûkarên şehîdan çênabe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 14’ê Adarê jî li bajêr xwepêşandanek hat lidarxistin. Welatiyan daxwaza xizmetguzariyan ji hikûmetê kirin, her wiha diyar kirin heta dawiya meha Remezanê ger hikûmet bersiva daxwazên wan nedin ew ê dest bi xwepêşandanan bikin.

Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas bajarê Helebce bi balefiran kîmyabaran kir. Di encama kîmyabaranê de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn.