​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû

Pêşangeha Xemla Adarê bi xelatkirina mamoste û şêwekarên beşdar bi dawî bû.

​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Pêşangeha Xemla Adarê bi dayîna xelatan bi dawî bû
16 adar, 2023   10:38
QAMIŞLO

Pêşangeha ʹXemla Adarê’ ya ku ji aliyê Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava ve li Qamişloyê hatiye organîzekirin, bi xelatkirina mamoste û şêwekarên beşdar bi dawî bû.

Di pêşangehê de 59 wêneyên ku balê dikişînin ser xemla biharê, çand û hunera gelê Kurd, şervanên YPJ’ê, jinên pêşeng, serhildana Rojhilatê Kurdistanê û karesata erdhejê hatin pêşandan.

Wêneyên li pêşangehê ji aliyê şêwekarên ji Qamişlo, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava ve hatine xêzkirin.

Mamosteyên ku tev lê pêşangehê bûne, ji xwendekaran re girîngiya hunerê şîrove dikir.

Mamosteya wêneyê Rojîn Mihemed ku beşdarî pêşangehê bûye, ji ANHAʹyê re axivî.

Rojîn Mihemed got: "Pêşangeh bi boneya hatine biharê hate vekirin. Ji ber ku bihar bi rengê xwe tê zanîn û mirov di biharê de kêfxweş dibin. Her wiha bi vê pêşangehê me xwest bidin nîşandan ku çawa di biharê de civak û xweza dibin yek.”

Di dawiyê de mamoste û şêwekar hatin xelatkirin. Şêwekarên hatin xelatkirin ev in:

Rojîn Ehmed, Ebdulletîf Ehmed, Welîd Murad, Mûsa Mûsa, Hêvîn Elî, Luqman Îbrahîm, Heysem Hisên, Roder Îbrahîm, Rêzan Îbrahîm û Merwa El Xetîb.

 (he/bb)

ANHA