Lîsteya senaryoyên Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol diyar bû

Komîteya amadekar a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol lîsteya dawîn ya şanoyên dê di dewreya 6′an de bên pêşandan ragihand. Dê mîhrîcan di 27′ê Adarê de dest pê bike.

Lîsteya senaryoyên Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol diyar bû
16 adar, 2023   09:32
QAMIŞLO

Piştî ku şano ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi zimanên erebî û kurdî (soranî û kurmancî) hatin wergirtin, komîteya amadekar performans şopandin.

Komên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nekarîn werin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîmenên şanoyên xwe ji komîteyê re şandin.

Komîteyê lîsteya dawîn a ji 11 şanoyan pêk tê, ragihand. Dê şano ji 27′ê Adarê heta 1′ê Nîsanê bên pêşandan. Dê di 2′yê Nîsanê de mîhrîcan bi dawî bibe.

Lîstikên ji hêla komîteyê ve hatine erêkirin, tê de mijarên girêdayî berxwedana girtîgehan a li dijî hêzên Kurdistan dagir kirine, koçberiya bi darê zorê, serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û şerê taybet ku hêzên dagirker li dijî gelê Kurd dimeşînin, hene.

Tê payîn, şano ji hêla koman ve werin pêşandan, lê ger astengî li pêş komên şanogeriyê yên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatin danîn, dê komîteya amadekar neçar be ku bi rêya dîmenan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê pêşkêş bike.

Koma şanoyê ya jinan a Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan jî dê cihê şanoyê bixemilîne.

(fr)

ANHA