Çeteyekî mala ku desteser kiribû firot xwediyê wê

Endamekî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dest danîbû ser mala welatiyekî Kurd û li hember hezar û 500 dolarî mal firot xwediyê wê.

Çeteyekî mala ku desteser kiribû firot xwediyê wê
16 adar, 2023   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin, çeteyekî Tirkmen ê endamê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ê bi navê Ehmed Ebû Remo, dest danîbû ser mala welatiyê bi navê Mehmûd Şêx ê ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.

Hate zanîn ku ji bo Mehmûd Şêx mala xwe ji dagirkeran vegerîne, neçar maye ku hezar û 500 dolaran bide çeteyê Tirkmen.

Mala ku hatibû desteserkirin li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê ye.

(cx)

ANHA