Şertên Esed ên hevdîtina bi Erdogan re

Esed ragihand ku şertê hevdîtina bi Erdogan re girêdayî derketina dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê û rawestandina piştevaniya ji çeteyan re ye.

Şertên Esed ên hevdîtina bi Erdogan re
16 adar, 2023   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşar Esed di hevpeyvîneke li gel ajanseke rûsî de got şertê hevdîtina di navbera wî û Erdogan de derketina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê û rawestandina destekdayîna ji terorê re ye.

Esed got: "Mijara hevdîtina bi serok Erdogan re, girêdayî gihaştina qonaxekê ye. Li gorî vê qonaxê divê Tirkiye bi awayekî zelal amade be û bêyî şertan ji tevahî xaka Sûriyeyê derkeve, piştevaniya bi terorê re rawestîne û rewşê vegerîne mîna beriya destpêkirina şer li Sûriyeyê. Tenê di vê rewşê de em dikarin bêjin ku dê hevdîtineke di navbera min û Erdogan de hebe. Ji bilî vê tu qîmeta vê hevdîtinê tune ye, nexwe çima em ê hevdîtinê bikin heke encamên mayînde ji bo şerê li Sûriyeyê bi xwe re neyîne?”

Hevpeyvîna Esed a li gel ajanseke rûsî piştî serdana wî ya yekemîn a eşkere ya ji Moskov û civîna wî bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêk hat.

Esed serdana xwe ya ji bo Moskovê bi daxuyaniyekê bi dawî kir ku serokatiya komarê parve kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Esed û Pûtîn peywendiyên stratejîk ên di navbera her du welatan de yên ku li ser esasê prensîb, berjewendî û nirxên hevpar ên ku wan digihîne hev, gotûbêj kirin."

Li ser pirsa ajansa rûsî ya îhtîmala zêdekirina hejmara baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê jî Esed ev bersiv da: "Mijara baregehên leşkerî divê ne girêdayî mijara têkoşîna li dijî terorê be. Têkoşîna li dijî terorê mijareke heyî ye, lê wê demkî be. Hebûna leşkerî ya Rûsya ya li kîjan dewletê be divê li ser esasê tiştekî demkî be. Em behsa hevsengiyên navneteweyî dikin û hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke ku girêdayî hevsengiyên hêzên li cîhanê ye. Em bawer in ku berfirehbûna hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê tiştekî baş e dikeve xizmeta vê fikirê. Eger ev firehbûn li dewletên din be, dibe ku li herêmên dibe wê xizmeta heman fikirê bike. Belê em dibêjin ku dibe ev tişt di pêşerojê de girîng be. Îro dewletên mezin nikarin xwe biparêzin an jî rola xwe di sînorê xwe de bilîze. Divê bi rêya hevalbendên xwe yên li cîhanê an jî bi rêya baregehên leşkerî rola xwe di derveyî sînor de bilîzin."

Têkildarî aliyê aborî jî Esed ev tişt got: "Di hefteyên bê de dê Rûsya û Sûriye peymanên tevkariya aborî îmze bikin û her projeyek yek bi yek dê were nirxandin û erêkirin. "

Esed anî ziman ku komîteya hevbeş di dan û standinên vê dawiyê yên li Moskovê de gelek proje nîqaş kirin û got: "Piştî îmzekirina peymanê dê proje werin ragihandin, piştre jî  şîrketên eleqedar dikarin beşdarî van projeyan bibin."

(bb)