​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-3-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-3-2023
15 adar, 2023   23:00

NRLS`ê bi dirûşma “Projeya tirkî li Efrîn û rêbazên binxistina wê” civîneke diyalogê li navenda xwe ya li Qamişlo saet di 10:30`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi merasîmekê şehîdên mehên Sibat û Adarê li Goristana  Şehîd Delîl Seroxan saet di 15:30`an de bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk a Hesekê bi dirûşma “Şoreşa Sûriyeyê û guhertina demogratîk a Sûriyeyê” li avahiya xwe ya li taxa El Umran a Hesekê saet di 11:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ajokaran a kantona Hesekê kongreya xwe ya salane li xwaringeha Nuxbe saet di 10:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi rasthatina salvegera komkujiya Helebçeyê şêniyên bajarokê Kirbawiye yê bajarê Qamişlo saet di 10:30`an de bi merasîmekê şehîdên xwe bi bîr tîne. Di heman çarçoveyê de Meclisa Navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo daxuyaniyek dide saet di 11:00`an de. Meclisa Navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo şehîdên Komkujiya Helebçeyê li Qada Şehîd Cîhad bi bîr tîne saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di vê beşa rapora xwe ya bi boneya salvegera 12`emîn a destpêkirina aloziya Sûriyeyê de, em balê dikişînin ser serwerî, berjewendî û hewldanên xapînok ên dewletên destwerdana Sûriyeyê kirine, her wiha rêgehên nêzîkbûnê û vegerandina têkiliyên bi hikumeta Şamê re.

Beşdarên hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bang li aliyên têkildar kirin ku daxwazên wan bibersivînin û ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid derbarê belavbûna çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li kantona Girê Spî ya dagirkirî fikarên xwe anîn ziman û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember siyaseta dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî rexne kir.

RAPOR

Kurd li erdnîgariya Kurdistanê şerê man û nemanê dikin. Pergalên dîktator di dirêjahiya sedsalekê de ji bo tunekirina rastiyeke dîrokî ya ji dergûşa mirovahiyê, çekên kîmewî û nukleerî bi kar tînin.

ANHA