Meclisa Idliba Kesk: Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê

Meclisa Idliba Kesk bi dirûşma “Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê” bi boneya salvegera 12`an a aloziya Sûriyeyê çalakiyek li dar xist.

Meclisa Idliba Kesk: Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê
Meclisa Idliba Kesk: Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê
Meclisa Idliba Kesk: Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê
Meclisa Idliba Kesk: Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê
Meclisa Idliba Kesk: Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê
Meclisa Idliba Kesk: Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê
15 adar, 2023   18:09
REQA

Di çalakiyê de endamên Meclisa Idliba Kesk, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Hêzên Lîwa El Şemal a Demokratîk, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspî, Kombûna Jinan a Zenbûya, koçberên Idlibê û penaberên herêmên dagirkirî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Idliba Kesk Heysem Hec Ebdullah axivî û got: “Hemû pêkhateyên nîştimanî yên Sûriyeyê di şoreşa gelê me yê bêhempa de îsbat kir ku Sûriye welatê şaristaniyan û dîroka kevnar e û hêzên zordest û dagirker nikarin wê têk bibin.”

Ebdullah wiha domand: “Dewletên cîhanê sînor li pêşiya alîkariyan girtin ku ji bo gelê me yê ji ber erdhejê xesar dîtiye, hatibûn şandin. Di heman demê de alîkariyên ku bi rêya balafir, kamyon û keştiyan şandine, gihaştin herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de. Rayedarên ereb, dewletên herêmî û NY`yê serdana Şamê kirin û piştgiriya xwe bi rejîma sûcdar re, rave kir û destûr jê xwest ku alîkariyên mirovî derbasî welêt bikin.”

Ebdullah di dawiyê de got: “Meclisa Idliba Kesk, nûneriya hemû erdnîgariya Idliba dagirkirî dike. Careke din em bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî dikin piştgiriya me bikin, ji bo ku gelê me ji rêxistinên terorîst yên girêdayî El Qaîdayê xilas bikin. her çiqas li dijî şoreşa me, komplo ji aliyê hêzên zordest, dagirker û terorîst ve pêk werin, dê bi ser keve. Em soz didin şehîdan ku dê îsrara me zêde bibe ji ber ku şoreşa serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê ye.”

Di dawiyê de zarokên baxçeya “Ezhar Idlib”, helbsetvan Reid El Fadil berhemên xwe pêşandan.

(dm/şx)

ANHA