Li Riha û Semsûrê lehî rabû-HATE NÛKIRIN

Li Riha û Semsûrê ji ber baranê lehî rabû û di encamê de gelek mal û di bin avê de man. Hate zanîn ku kesekî jiyana xwe ji dest daye û agahî ji 4 kesan jî nayê wergirtin.

Li Riha û Semsûrê lehî rabû-HATE NÛKIRIN
15 adar, 2023   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev demeke li herêmên erdhejê baraneke zêde dibare û li gelek bajaran lehî rabûn.

Li Rihayê ji ber lehiyê gelek mal, dikan, avahiyên fermî, rê, pir û tunel di bin avê de man.

Li Xaçerêka Abîde ya ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan li navçeya Halîliyeyê du meh berê ji xizmetê vekiribû, mirov di nav avê de asê man.

Dema ku îtfaiyeyê xwest wesayîtekê rizgar bike, ew jî ket ber avê. Hate diyarkirin tunel heta ber dev tijî bûye û tevî xebatkarên îtfaiyeyê 6 kes û gelek wesayît asê mane. Ev tunel tijî herî bûye û ketin û derketin ne mimkun e. Ev çerxerê otobana Riha û Dîlokê bi hev gire dide.

Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Eyyubiyeyê ku li ser erdên çandiniyê hatibû avakirin jî, qata wê ya -1’ê di bin avê de ma û hate diyarkirin nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.

Her wiiha li Rihayê li Çerxerêya Abîde ya navçeya Halîliliyeyê 6 kes di tunelekê de asê man. Hate zanîn kesekî bi avjeniyê xwe xelas kiriye.

LI SEMSÛRÊ KESEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Li navçeya Tûtê ya Semsûrê jî lehî rabû û konteynireke mexdûrên erdhejê li ber lehiyê ket. Hat zanîn ku kesekî jiyana xwe ji dest da û agahî ji 4 kesan jî nayên girtin.

Her wiha ji 4 kesên li navçeyê ber lehiyê ketine jî tu agahî nayên wergirtin.