41 şehîdên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê 41 şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê ku îsal li cihên cuda şehîd bibûn, bi bîr anîn.

41 şehîdên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn
15 adar, 2023   11:58
QAMIŞLO

Merasîma bibîranînê li navenda çandê ya rojhilatê navçeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, ewlekariyê û malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Li cihê merasîmê waneyên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Malbatan jî wêneyên zarokên xwe rakirin.

Endamê Meclisa Malbata Şehîdan Ehmed El Xelef hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemrî jî soza mezinkirina têkoşînê heta bi pêkanîna armancên şehîdan da û bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwedî li projeya demokratîk derkevin.

Endama Kongra Star Hela El Casim jî bal kişand ser rola şehîdan di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de û anî ziman ku parastina herêmê erka her kesî ye.

(zh/cx)

ANHA