Esed li Rûsyayê ye

Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve û hemwextî salvegera 12′yemîn a vê krîzê Beşar Esed cara yekemîn bi awayekî eşkere serdana Rûsyayê kir.

Esed li Rûsyayê ye
15 adar, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Duh, Beşar Esed berê xwe da paytexta Rûsyayê Moskovê da ku bi serokê wê Vladimîr Pûtîn re bicive. Ew yek bi awayekî eşkere û bi protokolên fermî ya pêşwazîkirinê ji hêla Rûsyayê ve pêk hat.

Rûpela fermî ya "Serokatiya Sûriyeyê" agahiya gihaştina Beşar Esed belav kir û got merasîma pêşwazîkirina fermî li Balafirgeha Navneteweyî ya Vencova ya Rûsyayê pêk hat.

Li gorî agahiya belavkirî, di pêşwazîkirinê de nûnerê taybet bi serokê Rûsyayê, cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov, balyozê Rûsyayê li Şamê Alexander Yefimov û balyozê Sûriyeyê yê li Moskovê Beşar Caferî, hebûn.

Her wiha rûpela "Serokatiya Sûriyeyê" da zanîn ku wê Esed bi Pûtîn re nîqaş bike û şandeyeke wezaretê ya mezin pê re ye.

Rojnameya Vedomosti ya Rûsyayê diyar kiribû dê Esed di nîvê Adarê de serdana Rûsyayê bike û Kremlinê wê demê ev yek bi dûr nexist.

Ev serdana eşkere ji Rûsyayê re piştî 4 serdana nepenî ji Rûsyayê re pêk hat. Esed bêyî protokolên fermî dihat pêşwazîkirin.

Serdana yekemîn a nepen a Esed ji Rûsyayê re piştî 4 salên krîza Sûriyeyê û piştî destwerdana leşkerî ya yekser a Rûsyayê li Sûriyeyê pêk hat. Derbeyên asîmanî yên li Sûriyeyê di dawiya Îlona 2015′an de pêk hatin. Wê demê Esed bi Pûtîn re di 21′ê Cotmeha 2015′an de li Moskovê civiya.

Serdana din jî piştî 2 salan bû. Esed di 20′ê Mijadara 2017′an de li Soçiyê bi Pûtîn re civiya.

Di 17′ê Gulana 2018′an de dîsa Esed bi Pûtîn re civiyabû.

Herî dawî jî di 13′yê Îlonê de Esed serdana Rûsyayê kir.

Bi vê serdana eşkere ya Esed ji Rûsyayê re bû serdana duyemîn li derveyî welat. Esed di 20′ê Sibatê de serdana Seltenet Uman kir. Her wiha Esed bi sultan Heysem Bin Tariq re di civîneke fermî li qesra Bereke El Amir a li Mestqetê bi beşdariya her du şandeyan, nîqaş kirin.

Ev serdana eşkere ya Esed ji hevalbendê xwe Pûtîn re hemwextî salvegera krîza Sûriyeyê ku dikeve sala xwe ya 13′yemîn pêk hat. Her wiha digel axaftina hewlên Rûsyayê yên nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de pêk tê. Şîrovekar texmîn dikin ku ev serdan girêdayî xwesteka Rûsyayê ye, da ku bihêle hikumeta Şamê gavên aktîftir ji bo pêkanîna têkiliyên normîlîzakirinê bi dewleta Tirk a dagirker re pêk bîne.

Çavdêran da zanîn ku ger Moskov di îqnakirina Esed de bi lihevkirina Enqereyê re bi ser ket, wê demê dê bibe piştgiriya serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokatiyê de. Ev yek ji bo Moskove, ku hewla parastına dînamîkiya niha ya têkiliyên bi dewleta Tirk re dike,  pir girîng e. Ji ber dewleta Tirk beşdarî cezayên li dijî Rûsyayê nabe.

(fr)

ANHA