Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê cihê pêşxistina behreyan e

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê veguheriye cihê pêşxistina behreyên zarokan. Di nava 5 salan de behreyên zêdetirî 300 zarokî hatin geşkirin. Ji wê zêdetir navend roleke mezin di vejandina çand û kevneşopiya herêmê de dilîze.

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê cihê pêşxistina behreyan e
Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê cihê pêşxistina behreyan e
Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê cihê pêşxistina behreyan e
Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê cihê pêşxistina behreyan e
Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê cihê pêşxistina behreyan e
Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê cihê pêşxistina behreyan e
15 adar, 2023   06:53
REQA-EHMED ESAF

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi armanca vejandina çanda herêmê, parastin û pêşxistina wê di sala 2018ʹan de hat vekirin. Ev navend bû yek ji saziyên giştî yên girîng li herêmê. Nivîsgeha Zarokan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê jî yek ji nivîsgehên sereke di navendê de heye. Navendê ji bo pêşxistina behreyên hunerî û çandî bi sedan zarokên Reqayê hewandin.

Rojane bi dehan zarok serî li Nivîsgeha Zarokan a girêdayî Navenda Çand Û Hunerê didin da ku xwe di aliyê fikrî, hunerî û çandî de pêş bixin. Navend bi rêya kesên pispor û amûran destekê dide zarokan û wan perwerde dike. Her wiha bê pere wan dibe û tîne.

Zarokê bi navê Cemal Muzefer li navendê perwerdeyê li ser stranan dibîne got: "Malbata min berhreya min a stranan keşif kir. Ji bo ku vê behreyê li gel xwe pêş bixin ez hatim Nivîsgeha Zarokan a Navenda Çand û Hunerê. Ez niha di pêvajoya perwerdeyê de me."

Zarokê bi navê Ziyad Xelîl jî diyar kir ku dayika wî behreya şanogreyê li gel wî dît û niha li Navenda Çand û Hunerê pewerde dibîne û bûye şanogerek.

Ziyad Xelîl got: "Bi mehan min perwerde bir. Ez beşdarî çalakî û şanoyên li ser asta Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûm. Ya herî girîng mîhrîcana zarokan a Reqayê bû ku sê salan min tê de cih girt."

Zaroka bi navê Rehef El Elî anî ziman ku li navendê fêrî gelek huneran bû û wiha domand: "Malbata min behreya min a karê destan keşif kir, ji ber ku li malê min girîngî dida vî karî û malbatê her tişt ji min re peyda dikir. Piştre hevalekî malbatê yê li Navenda Çand û Hunerê kar dike ez vexwendim serdana navendê."

Rehef diyar kir ku Nivîsgeha Zarokan hemû pêwîstiyên wê bi cih tîne û ji aliyê kesên pisor ve perwerde dibîne. Rehef got: "Li navendê min dît ku behreyên din li cem min hene. Niha ez fêrî dîlan, wênexêz û mûzîkê dibin. Bi van behreyan ez ê beşdarî mîhrîcana zarokan bibin."

Zaroka bi navê Jonêr Ebdulmûnim (12) destnîşan kir ku ew li amûra kemanê dida, lê piştî hat navendê behreyên din wekî aktorî û xîtabet di xwe de bi pêş xist.

Jonêr Ebdulmûnim bang li zarokan kir ku ji bo pêşxistina behreyên xwe werin Navenda Çand û Hunerê û got, deriyê navendê ji her kesî re vekirî ye.

Mamosteyê mûzîkê Fadil Qedûr diyar kir ku tevlêbûneke mezin a zarokan ji bo navendê heye û got: "Bi rêya perwerde û nirxandinê me behreyên mezin keşf kirin. Niha zarok beşdarî hemû çalakiyên li ser asta Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin."

Qedûr anî ziman ku perwerdekarên li navenda çandê wekî ekîpekê kar dikin da ku behreyên rasteqîn biafirînin ku tevahî cîhanê qal bike.

Têkildarî xebatê Nivîsgeha Zarokan, hevserokê nivîsgehê Seed Kihêş destnîşan kir ku ji destpêka vekirina Navenda Çand û Hunerê ve Nivîsgeha Zarokan hat vekirin û got: "Destpêkê hejmara zarokên xwedî behre pir kêm bû. Sedema vê yekê fikrê tundaw ê DAIŞʹê bû ku her tişt, stran, mûzîk, wênexêz, huner û şano qedexe kiribûn."

Kihêş îşaret pê kir ku piştî dibistan vebûn bi koordîneya mamosteyan hejmara zarokan li nivîsgehê zêde bû û wiha pê de çû: "Me hejmareke baş a behreyan keşf kir. Bi rêya perwerdekirina wan a ji aliyê mamosteyên pispor ve me serkeftinên mezin pêk anîn. Zarokên ku ji navendên derçûn beşdarî gelek çalakiyan, mîna salvegera Rizgarkirina Reqayê, mîhrîcana zarokan ku salane li Reqa û gundewarên wê tê lidarxistin û pîrozbahiyên Newrozê bûn û behreyên xwe li herêmê bi giştî pêşan didin."

Seed Kihêş anî ziman ku derdora 300 zarokên xwedî behreyên mîna stran, mûzîk, wênexêz, xîtabet, karê destan û dîlanan ji nivîsgehê derçûne û got: "Ev zarok hemû hatin perwerdekirin. Ev zarok îro li dibistanên xwe û di nava civakê de behreyên xwe nîşan didin. Hin ji wan li navenda çandê kar dikin û bi behreyên xwe beşdarî çalakiyan dibin."

Hevserokê Nivîsgeha Zarokan Seed Kihês diyar kir ku deriyê navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û Nivîsgeha Zarokan li pêşiya mezin û biçûkan vekiriye û dê behreyên wan pêş bixe.

(bb)

ANHA